El Nusra ceyrana Serêkaniyê birî

El Nusra ceyrana Serêkaniyê birî

Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel komên çete ên komkujî li ser gelê Kurd pêktînin ji Serêkaniyê derxistin,  vêcarê li ser bajar ceyrana navenda wê li Mebrûka 40 km dikeve rojavaya  Serêkaniyê ye, qut kirin.

Çeteyê Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam/ Eniya El-Nusra bi komkujî, talan, kuştine û xirab kirinê tenê ranawestin. Piştî ku şervanên YPG’ê çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ji Serêkaniyê derxistin van koman, ceyrana bajêr ku navenda Mebrûka dihat, qut kirin. Ji ber qutbûna ceyranê birên ava jî naxebitin û pirsgirêka ava vexwarinê rû dide.

Piştî ku çeteyên El-Nusra ceyaran ji ser Serêkaniyê qut kir rêveberiya bajarê Serêkaniyê, bi midûriyeta ceryanê ya bajarê Hesekê re hevdîtin pêk anîn û di encama peymanekê de rojê 12 demjimêran ceyran dan Serêkaniyê. Lê ev ceyran jî îro bitemamî hate qutkirin.

Hate zanîn ku, ceyran ya bajarê Hesekê jî ji aliyê Dêra Zorê û Reqayê tê. Ev herdû navendên ceyranê jî di destê El-Nusra de ne û hate diyarkirin ku, van koman ji rayedarên Hesekê re gotine ku, “Ger ku hûn ceryanê bidin Serêkaniyê em dê ceyrana we jî bibirin”, li ser vê yekê jî ceyrana ji Hesekê dihat Serêkaniyê hatiye birîn.

Komîteya Xizmetan di nava hewildanê de ye ku, jeneretorên ceyranê ên xirab bûne tehmîr bike û ji bo bîrên ava vexwarinê çêbikin.