Ehmedî: Êrîşa li dijî Kobanê parçeyek ji plana dijberiya Kurd e

Ehmedî: Êrîşa li dijî Kobanê parçeyek ji plana dijberiya Kurd e

Serokê PJAK'ê Hecî Ehmedî da xuyakirin ku êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê parçeyek ji plana tinekirina hêza siyasî ya Kurdan e. Ehmedî PDK rexne kir ku her dide dû Tirkiyeyê û destnîşan kir ku divê Kurd tavilê li dora kongreya neteweyî bicivin.

Serokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hecî Ehmedî diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengal û Kobanê parçeyek ji plana navneteweyî ye û destnîşan kir ku serkêşiya vê jî Tirkiye dike. Ehmedî ragihand ku DAIŞ ji aliyê DYA ve ji bo derxistina şerê navbera Sunnî û Şîa hatiya avakirin, lê belê piştre ji bin bandora DYA derketiye û diyar kir ku ev rêxistin di çarçoveya dîrektîfên Tirkiyeyê de li Rojava li hemberî Kurdan şer dike. Ehmedî destnîşan kir ku li herêmê yekane hêza li dijî DAŞ'ê şer dike PKK ye. Hecî Ehmedî ragihand ku tevahiya cîhan li dijî DAIŞ'ê derdikeve lê belê dewleteke navneteweyî alîkariyê nade Kobanê û bi zimanekî tund ev helwest rexne kir. Ehmedî bibîr xist ku Kurd ne yek in û da zanîn ku Nêçirvan Barzanî û PDK her tim didin dû Tirkiyeyê û pê ve girêdayî ne. Hecî Ehmedî êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê û rewşa li herêmê ji ANF'ê re nirxand.

'DAIŞ LI SER NAVÊ TIRKIYEYÊ ŞER DIKE'

Hecî Ehmedî da xuyakirin ku DAIŞ projeyeke DYA'yî ye û got, "Welatên emperyalîst dixwazin cîhana Îslamê bikin du parçe. Di encama vê de jî DAIŞ derket holê. Lê belê DAIŞ wê bi ser nekeve. Wê bisînor bikin û bi vî rengî gefê li Îranê bixwin. Ji ber ku DAIŞ ji rê derket, her roj bi dehan ciwan tevlî dibin, her diçe mezin dibe. Ji bo Rojava êdî bûye xeteriyek. Ji ber ku tirs heye ku tevahiya cîhana Ereb li dora DAIŞ'ê bicive."

Hecî Ehmedî diyar kir ku DAIŞ di roja îro de ji bo Tirkiyeyê şer dike û da zanîn ku ev yek bi civîna li Ammanê hat lidarxistin re derketiye holê. Ehmedî got, "Di civîna li Ammanê de Tirkiye, Baasiyên Iraqî, Erebên Sunnî û PDK a ji Tirkiyeyê destekê werdigire, amade bûn. Xala herî girîng a di rojeva wê civînê, ji holê rakirina hêza siyasî ya Kurdan bû. Vê yekê hin hêzên Başûrî jî dixwazin. Di nuqteyeke bi vî rengî ya hevpar de digihêjin hev."

'PDK HEVALBENDEKÎ GIRÊDAYÎ Ê TIRKIYEYÊ YE'

Ehmedî ragihand ku PDK hevalbendekî tund ê Tirkiyeyê ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "PDK, ji texmînan gelekî zêdetir nêzî Tirkiyeyê ye. Êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê jî, parçeyek ji vê plana nêzî hev, bû. Lê belê haya wan ji êrîşa li hemberî Hewlêrê tinebû. Tiştekî ji nişka ve rû dabû û haya Tirkiyeyê ji vê hebû. DYA dest li vê werda û hesabên Tirkiyeyê xera kir. Şerê niha yê DAIŞ'ê li dijî Kurdan e. Vê yekê jî li ser navê Tirkiyeyê dike."

Hecî Ehmedî gotina "Têkiliya Tirkiyeyê bi DAIŞ'ê re tine ye" ya Nêçirvan Barzanî jî nirxand û got, "Hemû razemeniyên Nêçirvan li Tirkiyeyê, ji wê ditirse. Çawa ku AKP'ê dest danî ser hemû mal û milkên Fethûllah Gulen, ditirse ku wê dest deyne ser yên wî jî. Tevahiya cîhan dizane ku têkiliya Tirkiyeyê bi DAIŞ'ê re heye. Wezîrê Karên Derve yê DYA bi xwe jî bi dengekî bilind vê yekê tîne ziman. Gelo bi tenê haya Nêçirvan Barzanî ji vê nîne?"

Hecî Ehmedî diyar kir ku hêza PDK'ê tê nepixandin û got, "PDK îro xwedî hêzekê nîne. Ew kevin bû. Bandorek xwe li ser hikûmetê jî nemaye. Li Şengal, Mexmûrê yekîneyên çekdar ên YNK'ê hene. PÇDK jî dixwaze hêza çekdarî ava bike. Başûr di rewşeke bi vî rengî de ye. Eger hêza PDK'ê hebûya wê rewş bi vî rengî bûya? Eger DYA nebûya wê DAIŞ di nava 24 saetan de tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bikira."

'BI FIKAR IM KU DÎROK XWE DUBARE BIKE'

Ehmedî da xuyakirin ku ew bawer e Kobanê wê nekeve destê çeteyên DAIŞ'ê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ne bawerim ku tiştekî bikeve destê DAIŞ'ê, lê ev şereke. Her tişt dikare biqewime. Garantiya tiştekî tineye. Ji ber vê yekê divê hemû Kurd xwedî li Kobanê derkevin. Divê alîkariyek hîn xurtir bê dayîn. Ew der bajarekî biçûk e, eger alîkarî neyê kirin, xwedî lê neyê derketin wê bikeve. Kurd rastî gelek komkujiyên mezin hatin, Enfal, Helepçe, Dêrsim, Agirî gelek komkujî hat serê Kurdan. Kurd neqediyan, naqede jî. Îro li her devera cîhanê mirov ji bo xwedî li Kobanê derkevin diherikin kolanan. Ev yek asta ku Kurdan xwe gihandinê nîşan dide. Sînorên Kobanê îro hatine hilweşandin. Ev gel têk naçe."

'DIVÊ TAVILÊ KONGREYA NETEWEYÎ BICIVE'

Hecî Ehmedî got, "Ez natirsim ku Kobanê wê bikeve yan nakeve. Tirsa min ji tiştekî din e" û fikara xwe ya li ser dubarebûna dîrokê, xeteriya lîstikek li hemberî Kurdan anî ziman. Ehmedî got, "Ditirsim ku tişta di dîrokê de bi serê Ermeniyan de hat, bînin serê Kurdan. Piştî komkujiya Ermenî parçeyekî biçûk ê axê dan Ermeniyan û dengê wan birîn. Bi vî rengî Ermenîstana giştî bi Ermeniyan dan ji bîr kirin. Bi fikarim ku yek sibê rabe bêje 'Bila dewleta Kurdan hebe' û me li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê rabigirin. Em jî li ser vê rabin bêjin 'Kurdistan ava dibe' govendê bigerînin û kêfxweş bibin, lê hingî Kurdistana mezin bi me bidin jibîrkirin. Ji bo ev xeterî ji holê bê rakirin, divê em bibin yek. Belê hêza PKK, PJAK, YPG û PÇDK'ê heye. Xwedî wê hêzê ye ku dikare li hemberî 3 dewletan şer bike. Lê dîsa jî pêwîstiya me bi yekîtiyê heye. Ji ber vê yekê divê tavilê kongreya neteweyî were civandin. Wê demê wê tevahiya cîhan bibîne ku em xwedî dengekî ne û wê hurmetê nîşanî me bide. Eger ev neyê kirin wê Kurd winda bibin. Tişta li Şengalê bi serê me de hat, wê dubare bibe."