Efrîniyan nerazîbûn nîşanî Barzanî dan
Efrîniyan nerazîbûn nîşanî Barzanî dan
Efrîniyan nerazîbûn nîşanî Barzanî dan
Saziyên civaka sivîl ên Efrînê îdîayên Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî yên li dijî şoreşa Rojava şermezar kirin.
Bi dehan endamên Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd a Efrînê, Yekîtiya Star û Tevgera Jinên Ciwan ên navçeya Şera li ber navenda Çand û Hunerê ya Efrînê hatin cem hev û li dijî îdîayên Mesûd Barzanî daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de îdîayên Barzanî hatin şermezarkirin û hate gotin ku dema gelê Kurd li Rojava berxwedaneke bêhempa nîşan dide de Barzanî û Şivan Perwer xwe diavêjin hembêza Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan.
Di dawiya dawiyaniyê de avakirin Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî hate pîrozkirin û berxwedana YPG'ê hate silavkirin.