Du ciwanên Suryanî di leşkeriya Sûriyeyê de hatin kuştin
Du ciwanên Suryanî di leşkeriya Sûriyeyê de hatin kuştin
Du ciwanên Suryanî di leşkeriya Sûriyeyê de hatin kuştin
Du ciwanên Suryanî yên ku leşkeriya bi darê zorê ya Sûriyeyê dikirin hatin kuştin. Cenazeyê her du ciwanan li goristana Suryaniyan a Qamişlo bi merasimekê hate definkirin.
Ciwanên bi navê Tonî Qesto û Îbrahîm Sefer Suryaniyên Qamişlo ne û li Bajarê Hema ya Sûriyeyê leşkeriya bi darê zorê dikirin.
Cenazeyên Tonî Qesto û Îbrahîm Sefer duh gihiştin Qamişloyê. Bi sedan welatî li rêya ketina bajêr pêşwaziya cenazeyan kirin. Merasima olî li Dêra Meryem El-Eedra ya Qamişlo hate lidarxistin û piştî merasimê cenazeyên Tonî Qesto û Îbrahîm Sefer li goristana Suryaniyan a li Taxa Qudûrbek hate definkirin.