Dr. Osman: Li hemberî êrîşên li ser destketiyên Kurdan bibin yek
Dr. Osman: Li hemberî êrîşên li ser destketiyên Kurdan bibin yek
Dr. Osman: Li hemberî êrîşên li ser destketiyên Kurdan bibin yek
Siyasetmedar û Endamê Parlamenta Iraqê û Endamê Fraksiyona Hevpeymaniya Kurdistanî Dr. Mehmûd Osman, êrîşên li dijî destketiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û bang li partî û hêzên Rojavayî kir ku hemû alî li gorî Peymana Hewlêrê tevbigerin û bi hemû rengî alikariya Kurdên Rojava bikin.
Endamê Parlamenta Iraqê Dr. Mehmûd Osman, doh li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dike û balê dikişîne ser alozî û pirsgirêkên Rojavayê Kurdistanê û diyar dike ku ji aliyekî ve êrîşên hêzên Beşar Esad, Tirkiye û Artêşa Azad a Sûriyeyê û ji aliyekî din ve jî nakokî û lihevnekirina partî û hêzên Rojavayê Kurdistanê bûye sedem ku rewşa gelê Kurd a Rojavayê Kurdistanê tengav bibe.
Her wiha Mehmûd Osman bang dike ku hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê li hemberî êrîşên li ser destketiyên Kurdan bibin yek û hemû partî li gorî hevpeymana Hewlêrê ya hatiye îmzekirin tevbigerin.
Osman, der barê êrîşên vê dawiyê yên li ser Efrînê jî nêrînên xwe anîne ziman û daxwaza rawestandina şer dike û dibêje, “Divê hemû gelê herêmê di nava aştî û biratiyê de bi hev re bijîn. Di çarçoveyeke demokratîk de mafên xwe yên rewa bi dest bixin. Ji ber ku gelê Kurd gelekî aştîxwaz e, dixwaze bi aştî û biratî digel gelên din bijî.”