‘Doza parêzeran hikuma xwe wenda kiriye’
‘Doza parêzeran hikuma xwe wenda kiriye’
‘Doza parêzeran hikuma xwe wenda kiriye’
Parêzer Servet Demîr ê di operasyona li dijî parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hat binçavkirin û piştî ragirtina du slan a li Girtîgeha Tîpa F ya Kaldiranê serbest hat berdan diyar kir ku, bi diyaloga navbera Ocalan û dewletê re, ti hikuma vê doza li hemberî wan nemaye. Demîr got, "Polîtîkaya tinekirinê pûç bû. Di serî de parêzer, divê hemû girtiyên "KCK'ê werin berdan.
Parêzer Demîr ragihand ku divê hemû parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin berdan û destûr ji hevdîtina wan a bi muwekîlê xwe re bê dayîn û anî ziman ku bi pêvajoya danûstandinan de ti bingeheke huqûqî ya girtina parêzeran nemaye.
Parêzer Servet Demîr got, "Pêwîste şert û mercên muwekîlê me Birêz Ocalan werin sererastkirin" û ragihand ku divê herkes û derdorên di pêvajoya danûstandinan de xwedî rol in, bi Ocalan re karibin hevdîtinê bikin.
"BI GIRTINA PARÊZERAN RE TECRÎD HAT GIRANKIRIN"
Parêzer Demîr weha axivî: "Li Tirkiyê di hilbijartinên herêmî yên Adara sala 2009'an de Kurdan hêza xwe du qat zêde kir û serketineke mezin bi dest xist. Heman piştî hilbijartinan, li dijî siyaseta legal a Kurd di bin navê "KCK"ê de dest bi operasyonên binçavkirinê yên weke "qirkirina siyasî" tê zanîn, kirin. Bi operasyonên mijara gotinê re, tevî şaredar, serokên bajar û navçeyan, rojnamevan, parêzer û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl zêdeyî 10 hezar kes hatin binçavkirin û girtin. Serketina Kurdan a di hilbijartinan de, hem hukûmet hem jî derdorên cemaatê tirsand. Operasyonên "KCK" yên piştî hilbijartinan de destpêkirin, bi armanca qelskirina tevgera Kurd bû."
Parêzer Demîr da xuyakirin ku bi girtina parêzeran re ku xeleka herî dawî ya van operasyonan bû, hat xwestin têkiliya bi Ocalan re were birrîn û tecrîd were girankirin. Demîr got, "Dewletê xwest, bi operasyonên KCK û tecrîdkirina Birêz Ocalan re, li dijÎ gerîla operasyonên leşkerî pêk bîne û tevgera Kurd tine bike. Lê belê berxwedana muwekîlê me, berxwedana li girtîgehan, ya gerîla û gelê me, ev polîtîkayên tinekirinê pûç kir."
Parêzer Servet Demîr ragihand ku bi pûçbûna polîtîkayên tinekirinê re pêvajoya danûstandinan destpê kiriye û got, "Lê belê hin gavên lezgîn hene ku divê hukûmet ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê bi avêje. Pêîste beriya her tiştî girtiyên nexweş, parêzerên Birêz Ocalan, siyasetmedar û rojnamevanên di operasyonên "KCK'ê" de hatine girtin, werin berdan. Ev yek gava yekemîn a pêvajoyê ye."
Parêzer Demîr anî ziman ku divê bi vekişîna gerîla re dewletê ji bo girtiyên siyasî gav bi avetibûya û got, "Lê belê hukûmetê heta niha di van mijaran de ti gav ne avêtiye."
"DIVÊ MERCÊN RAGIRTINÊ YÊN OCALAN TAVILÊ BÊN SERERASTKIRIN"
Parêzer Demîr xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê demê de li malekê were ragirtin û got, "Muwekîlê me Birêz Ocalan afirîner û mûxatabê vê pêvajoyê ye, ji bo ev pêvajo baş bimeşe divê şert û mercên Birêz Ocalan werin sererastkirin. Divê parêzer serbest werin berdan û derfeta hevdîtina wan bi Birêz Ocalan re werin avakirin."
Parêzer Demîr ragihand ku divê her kes û saziyên di pêvajoyê de xwedî rol in karibin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û ji bo vê yekê jî xwest Ocalan li "girtîgeha malê" bê ragirtin.
"SERBESTBERDANA ME BI TENA SERÊ XWE BÊ WATE YE"
Parêzer Servet Demîr da xuyakirin ku divê serbestberdana wan bi tena serê xwe weke gavekê neyê dîtin û got, "Yek ji gavên sereke yên divê hukûmet di vê pêvajoyê de bi avêje ew e, ku girtinên bi navê KCK'ê ragirtine û parêzerên Ocalan serbest berde û dozên KCK'ê ji holê rake."
Parêzer Demîr diyar kir ku ewê têkoşîna xwe dewam bikin û destnîşan kir, ku serbestberdana wan bi tena serê xwe ne gavek e. Demîr got, "Ji bo serbestberdana me watedar bibe, divê hemû girtiyên siyasî werin berdan."