‘Divê Serokê Herêmê naveroka serdana xwe ya derve aşkera bike'
‘Divê Serokê Herêmê naveroka serdana xwe ya derve aşkera bike'
‘Divê Serokê Herêmê naveroka serdana xwe ya derve aşkera bike'
Parlementera Goranê da diyarkirin ku, Pêwiste Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê di dema serdanên xwe yên dervey herêmê de parlementoyê agahdar bike û di dema zivirînê de jî naveroka serdana xwe ji bo parlemantoyê aşkera bike.”
Parlementera Partiya Goran Kiwêstan Mihemed ji Çetir Pressê re axivî û di derbarê serdanên Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî de ragihand ku, “Dema ku Serokê Herêmê di serdanên xwe yên bi derve re lidar dixe, bi taybet ew serdanên girîng yên wekî serdana Rûsyayê ku meseleyên aborî û neftê di nav de hene pêwîste Parlementoya Kurdistanê jê agahdar bike. Heger wisan jî neke herî kêm bila didema zivirînê de bêt parlementoyê naveroka wê serdanê ji bo parlementoyê aşkera bike.”
Kiwêstan di berdewamiya axaftinên xwe de wiha got: “ Di nava van çar salane de tenê carek serokê herêmê hatiye Parlementoyê, ew jî hat gef li endamên parlementoyê ,rojnamevanan û qanalên ragihandinê xwar.”
Kwêstan Mihemed di dawiya axaftina xwe de diyarkir ku,“Ev rewşeke ne zagoniye û tê wateya endamên parlementoyê nêrînên xwe neynin ziman. Ev siyaseta PDK’ê û YNK’ê ye ku parlemento kirine cihê ciwankirina desthilatdariya xwe. Parlemento tenê weke şekil hiştine, lê di rastiyê de Parlementoya Kurdistanê nexwedî biryarekî çarenûsê ye.”