Dikandarên Wanî: Ti şensa AKP'ê nîne

Dikandarên Wanî: Ti şensa AKP'ê nîne

Di hilbijartinên herêmî yên Adara 2014'an de serketina BDP'ê ya Şaredariya Wane teqez tê dîtin. Dikandarên Wanê bi bawerin ku dê Bekîr Kaya yê ji BDP'ê careke din bi ser bikeve û dibêjin, "Di dema pêş de em xizmeteke zêdetir dixwazin".

Ji bo hilbijartinên herêmî yên 2014'an xebatên partiyan ên diyarkirina namzetan dewam dikin. Li Wanê, ku di sala 20122an de bû xwedî statuya Bajarê Mezin, namzetê BDP'ê Bekîr Kaya ye. AKP jî di dîtina namzetan de zehmetiyan dikşîne. Di hilbijartinên berê de ku ji bo Şaredariya Wanê bi dehan kesan serî li AKP'ê dan, di vê hilbijartinê de bi tenê 4 kesan serlêdana bernamzetiyê kirin. Lê belê AKP ya ku bernamzetên xwe yên heta niha li pêşberî BDP'ê têr nabîne, di nava lêgerîna bernamzetên nû de ye.

Tê gotin ku AKP dixwaze ji kabîneya wezîran kesekî li Wanê weke namzet nîşan bide, lê belê wezîrên ku ev pêşniyar li wan hatiye kirin ji ber ku dizanin şensê wan li pêşberî BDP'ê nîne, xwe nêzî bernamzetiyê nakin. Li AKP'ê rewş bi vî rengî ye. Li aliyê BDP'ê jî, tevahiya 14 şaredarî tê xwestin.

‘JI BO MIN TIMÎ PARTÎ GIRÎNG E’

Dikandarên Wanê di wê baweriyê de ne ku şensê AKP'ê li Wanê nîne. Dikandar Vahdettîn Çalan ku bi eleqeya xwe ya ji polîtîkayê re tê naskirin da xuyakirin Wan bi salan li serokekî xizmetê bike geriyaye û ev xizmet jî di dema Bekîr Kaya yê BDP'yî de dîtiye. Çalan ê 55 salî got, "Ez cara yekemîn di dema Şaredariya BDP'yî de dibînim ku kolan tên paqijkirin." Çalan diyar kir ku beriya niha weke dikandaran wan kolana xwe paqij dikirin û got, "Lê belê piştî ku BDP'ê di hilbijartinên 2009'an de bi ser ket, her tişt guherî. Her sibehê dema tê dikana xwe vedikim, dibînim ku kolana min tê paqijkirin û ev yek min gelekî kêfxweş dike. Ji bo min timî partî girînge û şexis di rêza duyemîn de ye. Di hilbijartinên pêş de li Wanê wê BDP qezenç bike. Ti şenseke AKP'ê nîne."

‘EV HILBIJARTIN JI BO ME KURDAN REFERANDÛM E’

Xwediyê dikana kincan Şakîr Çapûr jî di wê baweriyê de ye ku Şaredariya BDP'yî dê hilbijartinên 2014'an qezenç bike. Çapûr ragihand ku di hilbijartinê pêş de şensê AKP'ê qet nîne û bal kişand ser xizmetên Şaredariya BDP'yî dide. Çapûr anî ziman ku ji bo wî ya girîng partî ye û got, "Lê belê dîsa jî divê partî li namzetên xwe baldar be. Her çend ez girîngiyê didim partiyê jî, namzet jî ji bo min muhîm e. Ev hilbijartin ji bo me Kurdan mîna referandûmekê ye. Rastiyeke me ya bi vî rengî heye û ezê jî li gorî vê yekê dengê xwe bikar bînim."

‘TI ŞENSÊ AKP'Ê NÎNE, BDP DÊ QEZENÇ BIKE’

Dikandar Seîd Kay jî diyar kir ku sempatiya wî ji ti partiyên siyasî re nîne, lê ji ber xebatên serketî yên Şaredariya BDP'yî, ew gelekî kêfxweş e. Kay destnîşan kir ku ewê dengê xwe careke din bi de namzetê Şaredariyê yê BDP'yî Bekîr Kaya.

Kay da zanîn ku serketina AKP'ê li Wanê hema hema qet nîne û got, "AKP nikare tiştekî bike. BDP dê van hilbijartinan qezenç bike."

‘DI DEMA PÊŞ DE LI BENDA XIZMETEKE ZÊDETIR IM’

Goştfiroş Nacî Bahadir jî ragihand ku ew Şaredarekî dixebite û bi gel re xwedî têkiliyên baş dixwaze. Bahahir Şaredarek xwest ku xwedî li Wanê derkeve, pirsgirêkan çareser bike û bajarekî paqij biafirîne û got, "Wan êdî bû bajarê mezin. Pêwîste projeyên karibin Wanê bi pêş ve bibin, werin amadekirin. Ez ji Şaredarê heyî yê BDP'yî razî me û di wê baweriyê de me ku dê BDP di hilbijartinên pêş de jî bi ser bikeve. Û ji Şaredarê BDP'yî ji bo dema pêş li benda xizmdetên zêdetir im."

'BI QEZENÇKIRINA BDP'Ê RE BÊHNA ME FIREH BÛ'

Dikandar Bedrettîn Eryîgît ragihand ku di dema Şaredariya AKP'yî de wan gelek zehmetî kişandine û got, "Di sala 2009'an de bi qezençkirina BDP'ê re em rehet bûn. Ev bes in, na. Eger mucîzeyeke gelekî mezin nebe, dê teqez BDP hilbijartinên Adara pêş qezenç bike. Di dema pêş de em li benda xizmetên zêdetir in. Ji bo me ya girîng partî ye."