Di Sîstema Rojê de cismê herî dûr hat kifşkirin
Astronoman, di nava Sîstema Rojê cismê fezayî yê herî dûr, keşif kirin. Ev gerstêrkeke biçûk e.
Astronoman, di nava Sîstema Rojê cismê fezayî yê herî dûr, keşif kirin. Ev gerstêrkeke biçûk e.
Astronoman, di nava Sîstema Rojê cismê fezayî yê herî dûr, keşif kirin. Ev gerstêrkeke biçûk e.
Plûton heta roja îro weke gerstêrka herî dûrî Rojê dihat zanîn. Lê belê ev cismê hatiye keşifkirin, sê qatan j Plûton dûrtir e. Gerstêrka biçûk 500 heta 1000 kîlometre berfireh e.
Zanyar, ji bo karibin li ser rêgeha vê gerstêrkê agahiyan werbigirin, pêwîstiyê bi lêkolînkirinek ji salekê dibînin.
Astronomê Enstîtuya Zanistiyê ya Carnegîe ya li Washîngtonê Scot Sheppard got, "Agahiyên me yên li ser Sîstema Rojê, têra vegotina rêgeha vî cismî nakin."
Ev gerstêrka qeşa girtiye, tê texmînkirin ku di nava Ewrê Oort ê stêrkên li ser sînorê Sîstema Rojê cih digire.
Li gorî teoriyên gengaz, di nava Ewrê Oort de, gerstêrkên gelekî mezin ên rêgehên wan nayê zanîn û li derveyî Sîstema Rojê ne, hene.
Astronom Mîke Brown ê li Enstîtuya Teknolojiyê ya Pasadena Calîfornîa wezîfedar e got, "Bi agahiyên xwe yên heyî re em nizanin ew gerstêrk tên çi wateyê."