Di şerê li Amûdê de 3 endamên komên çete hatin kuştin

Di şerê li Amûdê de 3 endamên komên çete hatin kuştin

Di pevçûnên ku li Amûdê bi êrîşa komên çete re di navbera wan û hêzên YPG’ê de derketin de 3 endamên komên çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku komên çete birîndarên xwe birine sînorê Tirkiyê û bi ambulansên ku li wir disekinîn derbas aliyê din ê sînor kirine. 

Aloziya ku li Amûdê piştî komên çete êrîşî yekîneya YPG’ê ya ji operasyona rizgarkirina riya Dirbêsiyê û Hesekê vedigeriya kirin, destpê kiribû didome. Di encama êrîşa komên çete ku bi çekên giran pêk hat de endamekî  YPG’ê jiyana xwe ji dest da, 4 jî birîndar bûn.

Piştî êrîşê hêzên YPG’ê li nava bajêr operasyon da destpêkirin. Di operasyonê de 3 endamên komên çete hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn. Li aliyê din hemû noqteyên ketin û derketina bajêr ji aliyê hêzên asayîşê ve hatine girtin, ketin û derketina bajêr hate qedexekirin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku komên çete yên ku tê gotin alîkariya xwe ji Tirkiyê digirin, 3 birîndarên xwe birine sînorê Tirkiyê û bi ambulansên li wir disekinîn derbasî aliyê din ê sînor kirine. Çavkaniyek ji navçeya Nisêbînê ya bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê jî destnîşan kir ku birîndarên komên çete anîne nexweşxaneyên li navçeyê.