Di şer û pevçûnên Kerkûkê de gerîlayekî HPG’ê jiyana xwe ji dest da
Di şer û pevçûnên Kerkûkê de gerîlayekî HPG’ê jiyana xwe ji dest da
Di şer û pevçûnên Kerkûkê de gerîlayekî HPG’ê jiyana xwe ji dest da
Têkildarî operasyona hevpar a gerîla û pêşmergayan li Kerkûkê HPG’ê ku daxuyaniyek da diyar kir ku operasyon didome. HPG’ê da xuyakirin ku di şer û pevçûnan de gerîlayekî HPG’ê jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê der barê şer û pevçûnên li Kerkûkê di navbera hêzên HPG’ê, pêşmergeyan û çeteyên DAIŞ de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê destnîşan kir ku 29’ê Îlonê gerîla û pêşmergeyan li hember çeperên DAIŞ ên li gundê Saad, Xalit û Vahde yên girêdayî Daqûq Dûzxurmato operasyonek dane destpêkirin û got, “Di vê operasyonê de darbeyên giran li çeteyan hatine xistin û gelek çete hatine kuştin. Ev operasyona hevpar hê didome.”
HPG’ê diyar kir ku di operasyonê de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.
Gerîlayê jiyana xwe ji dest daye;
-Mervan Gezgor (Mervan Kaçim) ê ji Riha ye.
