Di rêza zarokên tevlî sûc bûne Amed rêza 62’an de ye
Di rêza zarokên tevlî sûc bûne Amed rêza 62’an de ye
Di rêza zarokên tevlî sûc bûne Amed rêza 62’an de ye
TUÎK’ê diyar kir ku sala buhrî hejmara zarokên ku ber bi sûc ve çûne li gorî rêjeya nifûsa navendê li Amedê bi rêjeya ji hezarî 1,5, bû 62’emîn, Riha ji hezarî 1,1 bû 69’emîn. Li gorî daneyan rêza zarokên ku ketine nava sûc li Tirkiyeyê rêjeya herî bilind li Erdexan û ya herî kêm jî Enqere ye.
Midûrê Herêmî yê Amedê ya Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) M. Salîh Uras rêjeya zarokên li Tirkiyeyê tevlî sûc bûne li gorî bajaran aşkera kir. Li gorî daneyên ku Uras dane, li Tirkiyeyê di sala 2013’an de 115 hezar û 439 zarok tevlî sûc bûne. Li gorî daneyan Erdexan bi rêjeya ji hezarî 7.0 di rêza yekem de cih girtin. Erzînxan bi 6.2 di rêza duyem, Îdir û Yalovayê jî bi 4.2 şopand. Enqere ji hezarî 0.5 di rêza dawî de cih girt. Trabzonê bi 0,7’an Enqere şopand û 0.8 Dêrsîm û Wan hat.
Uras da zanîn ku Amed bi rêjeya ji hezarî 1.5 di rêjeya 62’emîn de û Rihayê jî bi rêjeya 1.1 di rêza 69’emîn de cih girtiye.
Li gorî bajaran rêjeya zarokên tevlî sûc bûne wiha ne:
Erdexan 7,0, Erzînxan 6,2, Îdîr 4,2, Yalova 4,2, Karaman 4,1, Nîgde 4,0, Duzce 3,8, Bartin 3,8, Edîrne 3,8, Nevşehîr 3,8, Kirklarelî 3,7, Yozgat 3,6, Uşak 3,6, Bayburt 3,5, Qers 3,4, Kirikkale 3,3, Bedlîs 3,3, Çanakkale 3,2, Elezîz 3,2, Muş 3,1, Aksaray 3,1, Êlih3,0, Isparta 3,0, Afyonkarahisar 3,0, Kîlîs 2,9, Rîze 2,8, Şirnex 2,8, Gîresun 2,7, Sînop 2,7, Burdur 2,7, Çankiri 2,7, Qeyserî 2,6, Konya 2,5, Amasya 2,5, Gumuşhane 2,5, Tokat 2,5, Balikesîr 2,4, Îzmir 2,4, Semsur 2,4, Osmaniye 2,3, Edene 2,3, Sêwas 2,2, Çorum 2,2, Sêrt 2,2, Bilecik 2,1, Kutahya 2,1, Çewlîk 2,0, Samsun 1,9, Mersin 1,9, Erzirom 1,9, Aydin 1,9, Sakarya 1,9, Agirî 1,8, Artvîn 1,7, Karabuk 1,7, Denîzlî 1,6, Antalya 1,6, Dîlok1,6, Bolu 1,6, Manisa 1,6, Ordu 1,6, Amed 1,5, Kirşehîr 1,5, Zonguldak 1,4, Hatay 1,3, Bursa 1,2, Tekirdag 1,2, Gurgum 1,2, Riha 1,1, Stenbol1,1, Meletî1,1, Eskişehir 1,0, Kastamonu 1,0, Mêrdîn 1,0, Kocaelî 1,0, Mugla 0,9, Colemêrg 0,9,Wam 0,8, Dêrsim 0,8, Trabzon 0,7,Enqere 0,5.