Di pevçûnên li Kobanê de 4 êrîşkar hatin kuştin
Di pevçûnên li Kobanê de 4 êrîşkar hatin kuştin
Di pevçûnên li Kobanê de 4 êrîşkar hatin kuştin
Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, şerê navbera hêzên YPG û komên çete de li gundên Qonaya û Îlacax giran dibe. Li gorî çavkaniyên herêmî, di pevçûnan de 4 êrîşkar hatine kuştin.
Pevçûnên ji ber êrîşa Dewleta Îslamî ya Iraqê û Eniya El Nûrsa li gundên Qanaya û Îlacax ên 30 km dûrî Kobanê derket, dewam dike.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku di pevçûnan de 4 êrîşkar hatine kuştin.