Di pêşnûme qanûna muzakere ya BDP'ê de çi hene?

Di pêşnûme qanûna muzakere ya BDP'ê de çi hene?

Di Qanûna Muzakere û Aştiya Civakî ya BDP'ê de ku amadekariyên wê hînê dewam dike, dibe ku avabûna Wezareteke nû were pêşniyarkirin. Di pêşniyar qanûnê de, ji bo mirovên qedexe yên siyasî yên li derveyî welat vegerin, ji ezmûnên welatên pêvajoyên şer-pevçûn jiyane, sûd hatiye wergirtin.

Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken di civîna çapemeniyê ya duh a li Meclîsê de bi gotina "Pêvajoya niha dimeşe, xwedî ewlekariyeke qanûnî nîne. Mîna hemû pêvajoyên muzakereyan, pêwîste navgîn û bingeheke qanûnî bê avakirin" aşkera kiribû ku di vê mijarê de amadekariyeke qanûnî ya partiya wan heye.

Amadekariyên "Pêşnûme Qanûna Muzakere û Aştiya Civakî" ya wê pêşkêşî Parlamentê bê kirin, ji aliyê Komîsyona Huqûqê ya BDP'ê ve tê meşandin.

WELATÊN MÎNA BOSNA, SÛDAN, SPANYA HATIN LÊKOLÎNKIRIN

Li gorî agahiyên gihaştin ber destê ANF'ê, BDP ji bo qanûna mijara gotinê ji metnên navneteweyî sûd wergirtiye û ezmûnên navneteweyî yên pêvajoyên şer-pevçûn û aştiyê, berhev kiriye. BDP'ê tevî Bosna, Sûdan û Spanya ezmûnên gelek welatan lêkolîn kir û li ser modêleke li gorî şertên Tirkiyê dixebite. Hin qanûnên der heqê pirsgirêkên bi heman rengî de hatine amadekirin jî li gorî zimanê huqûqî yê li Tirkiyê hatin sererastkirin û li Pêşnûme Qanûna Muzakere û Aştiya Civakî hat zêdekirin.

Armanca bingehîn a vê xebata qanûnî, ji bo pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, bingeheke qanûnî were afirandin.

JI BO PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ WEZARETEKE NÛ

BDP ku di wê baweriyê de ye; Komîsyona Çareseriyê ya li Meclîsê bê fonksiyon û hundirê wê vala bûye, bi vê xebatê re hewl dide hevdîtinên li Îmraliyê û pêvajoya çareseriyê li ser bingeheke qanûnî bê meşandin. BDP di vê çarçoveyê de xwe amade dike ji bo pêvajo ji aliyê Wezaretekê ve bê meşandin pêşniyarekê li Hikûmeta AKP'ê bike.

Eger pêwistî bi alternatîfeke duyemîn a mîna xurtkirina 'Komîsyona Çareseriyê' neyê dîtin, dê Wezareta were pêşniyarkirin di çarçoveya pêvajoya muzakere û aştiya civakî de bixebite.

Bi têgihiştina; problema bingehîn a navbera aliyan de 'bawerî' ye BDP dixwaze ji bo rakirina vê problemê pêvajo bi zelalî û bi awayekî fermî ji aliyê dewletê ve were rêvebirin. Xebatkarên huqûqê yên BDP'ê ku "Meşandina pêvajoyê bi devê Serokwezîr" xetere dibînin, xwedî fikarin ku eger hikûmet bê guhertin pêvajo dikare berevajî bibe. Lewma vê qanûnê di çarçoveya çareseriyeke mayînde de amade dikin.

SERNAVÊN JÊRÎN ÊN QANÛNÊ

Komîsyona Heqîqetê

Di xebata qanûnê de, ku wê der barê windahiyên di salên 1990 de li Kurdistanê rû dan sernavên jêrîn cih bigirin, dê Komîsyona Heqîqetê careke din bê rojevê. Rûbirûbûna dewletê bi dîrok û paşeroja xwe re, dê dîsa di vê çarçoveyê de pêk were. 

REWŞA GIRTIYÊN SIYASÎ Û MIROVÊN QEDEXEKIRÎ

Her wiha rewşa girtiyên siyasî û mirovên siyasî yên di rewşa qedexekirî de ne, yek ji sernavê Qanûna Muzakere û Aştiya Civakî ne.

JI BO SIRGÛNIYAN VEKIRINA RÊYA SIYASETÊ

BDP dê pêşniyarê li hikûmetê bike, ku ji bo mirovên siyasî yên li derveyî welat vegerin welat û karibin siyasetê bikin, bingeheke qanûnî ava bike.

PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ

Di pêşnûmeyê de wê xizmeta perwerdeya bi zimanê dayikê ku tevahiya gel karibe jê sûdê werbigire, were destnîşankirin.

DÊ DI NAVA MEHEK-DU MEHAN DE PÊŞKÊŞÎ PARLAMENTÊ BÊ KIRIN

BDP'ê der barê xebata qanûnê de hînê bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin nekiriye. Lê belê dema gihaşt astekê û berî pêşniyara pêşnûmeyê bikeve rojevê, dê bi hin rayedarên hikûmetê re hevdîtin werin kirin.

Pêşûme Qanûna Muzakere û Aştiya Civakî ya li ser xebat tê meşandin, dê di nava mehek, du mehan de pêşkêşî parlamentê bê kirin.