Di 'Pêncşema Reş' de destavêtina li Çewlikê hat şermezarkirin

Di 'Pêncşema Reş' de destavêtina li Çewlikê hat şermezarkirin

Di çalakiyên Pêncşema Reş ên ji bo serbestberdana siyasetmedarên Kurd de, destavêtina 8 leşkerên Tirk li keça 16 salî ya li Çewlikê hat şermezarkirin. Di çalakiyan de bang li Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan jî hat kirin ku ji dil tevbigere.

Xebatkarên Şaredariya navçeya Amed Peyasê, çalakiya xwe ya "Pêncşema Reş" a ji bo serbestberdana Şaredarê Zulkuf Karatekîn, Alîkarê Şaredar Sabahattîn Dînç û siyasetmedarên Kurd ên girtî lidar dixin, îro ya 173. pêk anîn.

Di çalakiya li ber avahiya xizmetê ya Şaredariyê de, Cîgirê Şaredarê Peyasê Mahmût Dga, Alîkarê Alîkarê Şaredar Îhsan Avci, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê Davût Kesen, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, meclîsa şaredariyê, meclîsa giştî ya bajêr û xebatkarên Şaredariyê amade bûn. 

Nûnerê Sendîkaya Genel-Îşê M. Şah Sarikaya li vir daxuyaniyek da û diyar kir ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de diviyabû hemû hevalên wan ên girtî bêne berdan, lê berovacî dadgehê biryareke neyînî daye. Sarikaya di daxuyaniyê de, bûyera destavêtinê ya 8 leşkerên Tirk li keça 16 salî û serbestberdana van tecawizkaran bi tundî şermezar kir. Di çalakiyê de her weha Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên hatin darvekirin, di salvegera darvekirinê de hatin bîranîn.

WÊRANŞAR

Çalakiya Pêncşema Reşa li navçeya Riha Wêranşarê jî, vê hefteyê li ber avahiya xizmetê ya Şaredariyê ya li taxa Kişla pêk hat. di daxuyaniye li vê derê de Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Cîgirê Şaredarê Wêranşarê Mehmet Bûrûn, Serokê Sendîkaya Genel-Îş şaxê Rihayê Sadik Demîr, endamên meclîsa Şaredariyê û xebatkarên wê amade bûn.

Nûnerê Genel-Îş şaxê Wanê Hîkmet Bûrûn li vir daxuyanî da û li hemberî mîtîngên Serokwezîr Erdogan ên bi navê "hurmeta ji vîna millî" re nerazîbûn nîşan da. Bûrûn got, "Gelo tuyê ji edaleta zordar a komkujiya Roboskî, tewacizkarên li Sêrt, Amed, Mêrdîn û Çewlikê diparêze re çi bêje? Vana bi kêfa dilê xwe bi zorê dest danîn ser vîna vî gelî. Ji bo demokratîkbûyîn, derhal siyasetmedaran serbest berdin. Û huqûqa xwe ya zordar biguherînin."

Piştî daxuyaniyê ji bo pênc deqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat.

DÊRIKA ÇIYAYÊ MAZÎ

Çalakiya Pêncşema Reş li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Dêrika Çiyayê Mazî jî vê heftê dewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de Cîgirê Şaredara Dêrikê Dogan Ozbahçecî, rêveberên BDP'ê yên Dêrik, endamên meclîsên şaredarî û bajêr, endamên Belediye-Îş û Tum Bel-Senê amade bûn. Di çalakiyê de wêneyê Şaredara Dêrikê ya girtî Çapglar Demîrel û pankarta bi nivîsa "Vîna me rûmeta me ye, rûmeta me sedema jiyana me ye" hat vekirin. 

Cîgirê Şaredara Dêrikê Dogan Ozbahçecî di çalakiyê de bi Kurdî daxuyanî da û bûyera destavêtina E.A ya li Çewlikê nirxand û destnîşan kir, ku îstîsmara li Kurdistanê li dijî zarokên Kurd tên kirin, bi giranî bi destê dewletê ve tên kirin. Ozbahçecî got, "Serbestberdana tewacizkaran nîşan dide, ku ev bûyera destavêtinê perçeyek ji şerê taybet ê li dijî gelê Kurd e. Divê ji ber vê yekê ji kampanya Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya bi navê "Mêtîngeriyê nejî û nede jiyîn re" piştgiriyeke xurt bê dayîn. "

Çalakî piştî rûniştina bi pênc deqeyan bi dawî bû.

ERDÎŞ

Li navçeya Wan Erdîşê jî çalakiya Pêncşema Reş li bajarokê Çelebîbagê pêk hat. Rêveberê BDP'ê yê Çelebîbagê Haydar Çelîk li vir peyivî û bibîr xist, ku di operasyonên bi navê "KCK"ê de li gel Şaredarê Çelebîbagê Veysel Keser 7 kes hatine girtin û got, "Hînê me nizanin ka Şaredarê me ji ber çi tê darizandin. Ev yek xweranegirtina li siyaseta Kurd e. Di bûyera destavêtinê ya li Çewlikê de jî, tinebûna edaletê derketiye holê."

Piştî axaftinan çalakiya rûniştînê ya pênc deqeyan pêk hat û çalakî bi dawî bû.