Di nimêjên Înê de piştgiriya pêvajoya çareseriyê

Di nimêjên Înê de piştgiriya pêvajoya çareseriyê

Çalakiya Nimêja Înê ya Sivîl ku her hefte roja Înê bi girseyî li dehan navendan tê lidarxistin vê hefteyê jî li gel germa havînê berdewam kir. Bi hezaran welatiyên daketin qadan û ref girêdan, piştgirî dan pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin.

Li Sêrt, Misirc, Cizîr, Sîlopî Hezex, Amed, Nisêbîn, Êlih, Farqîn, Bismil, Serêkaniyê Wan û Melezgirtê bi hezaran welatî li gel germa havînê li hev kom bûn û çalakiya Nimêja Înê ya Sivîl berdewam kirin. Li Sêrtê Nimêja Înê li qatê jor yê avahiya BDP'ê di pêşengiya Mele Mehmet Polat de hat kirin. Li navçeya Misircê ya Sêrtê li avahiya BDP'ê ya Misircê di dê pêşengiya Mele Ahmet Atasever de hat kirin. Li Cizîrê nimêj li Parka Şaredariyê ya Cizîrê bi tevlêbûna hezaran kesan di pêşengiya Mele Saît Ozdemîr de hat kirin. Li Silopiyê nimêja înê li ber avahiya BDP'ê bi tevlêbûna sedan welatiyan Mele Salıhê Spertî de hat kirin. Li Hezexê nimêja înê li Parka Aşitiyê a şaredariya Hezexê bi tevlêbûna jin û mêran di pêşengiya Mele Ali Nas de hat kirin.

Li Amedê nimêj li Sûka Zikê Erdê ya Selahattin Eyyubî ya Deriyê Çiyê bi tevlêbûna sedan welatî di pêşengiya Mele Abdulbari Tiryakî de hat kirin. Li navçeya Bismilê ya Amedê nimêj li Parka Halîl Îbrahim Oruç bi girseyî hat kirin. Nimêj di pêşengiya Mele Feyzi Yavuzkiliç de hat kirin. Li navçeya Farqînê ya Amedê nimêj di pêşengiya Mele Husnu Çalişici de hat kirin.

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, nimêj li salona Konferansê ya Rêxistina BDP'ê ya Serêkaniyê hat kirin. Li Nisêbînê jî nimêj li Parka 100 Yil a baxçê Navenda Çandê ya Mitannî di pêşengiya Melle Husnî Eru de hat kirin. Li Wanê jî nimêj li Otoparka Pir Qat a Şaredariyê di pêşengiya Mele Mehmet Orut ve hat kirin. Li Navçeya Melezgîrtêya Mûşê jî nimêj li avahiya BDP'ê ya Melezgîrtê di pêşengiya Mele Nurî Adıyaman de hat kirin.

Bi hezaran welatî beşdarî nimêjan bûn û bi kurdî weaz hatin dayîn. Bi hezaran kesên beşdarî çalakiya nimêjê bûn piştgirî dan pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û diyar kirin ku, ew dê heta dawî ji bo aştî û azadiya gelên mazlûm û gelên ku mafê wan ji destê wan hatiye girtin têkoşînê bidin. Dîsa bi minasebeta nêzîkbûna salvegera darvekirina Şêx Seîd jî axaftin hatin kirin û xwestin ku her kes li pey şopa wî bin.