Di nimêjên înê de Hefteya Rojbûna Pîroz hate pîrozkirin

Di nimêjên înê de Hefteya Rojbûna Pîroz hate pîrozkirin

Li Amed, Sêrt,Êlih, Şirnex, Mêrdîn, Colemêrg, Wan û Mûşê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin. Di nimêjan de ji ber Hefteya Rojbuna Pîroz bi kurdî mewlîd hatin dayîn.

Li Sêrtê li qada li ber avahiya BDP'ê, Êlihê li baxçeyê çayê yê Şaredariya Êlihê, Sîlopiyê li qada vala ya li ber avahiya BDP'ê, Serêkaniyê li Salona Konferansê ya li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Serêkaniyê, Nisêbînê li Parka 100. Yilê ya li ber Navenda Çandê ya Mîtannî, Farqîn li Mala Şînê ya Navendê, Amedê li Sûka Binerd ya Selahattîn Eyyubî ya li Qada Derê Çiya, Colemêrg li otoparka li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Colemêrg, Wan li înşata Otoparka Şaredariya Wanê û Melezgirê li avahiya BDP'ê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin.

Di nimêjan de melayn bi kurdî weaz dan. Melayan di weazan de Hefteya Rojbûna Pîroz jî pîroz kirin û diyar kirin ku bûyerên li zanîngehan pêk tên provokasyon in û wiha gotin: "Hinek derdor naxwazin aştî pêk bê. Ji ber vê yekê li zanîngehan li pey provokasyonan in. Ji bo êdî xwîn neyê rijandin û rondikên çavên dayîkan rawestin hewcehî bi aştiyekî bi rûmet heye. Ev aştî ji bo biratiya gelekan girîng e. Ev pêvajoyê ji aliyê avahîsazê aştiyê ve hate destpêkirin. Hêviya me ew e ku bi encamekî baş bi dawî bibe. Divê gelê me hêj bêtir piştgiriyê bide. Divê êdî ne gelê me û ne jî tu saziyên me li dijî hev nebin."

Li Êlihê Rêveberên komeleya Alimên Oldar a Êlihê (DADER) bi minasebeta rojbûna Hz. Muhemmed pîroz bikin bi kurdî mewlîd da. Melayên girêdayî DADER'ê, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî mewlîda li baxçeyê çayê yê şaredariyê hate dayîn bûn. Dayîkên Aştiyê ji li avahiya BDP'ê ya navçeya navendî bi heman armancê mewlîd dan.

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê jî piştî nimêja înê jî bi heman armancê Mela Hesenê Spertî quran xwend û dua kirin. Pişt re bi vesîleya Hefteya Rojbûna Pîroz mewlîda bi kurdî hate xwendin.