Di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de pevguhertina dîlgirtiyan

Hat ragihandin ku di çarçoveya lihevkirineke berê de, Azerbaycanê 32 leşkerên Ermenî, Ermenistanê jî 2 leşkerên Azerî berdane.

Komîsyona Dîlgirtiyên Şer a Azerbaycanê daxuyanî da û got: “Azerbaycanê 32 leşkerên Ermenî, Ermenistanê jî 2 leşkerên Azerî berdane.”

Komîsyonê ragihand ku li herêmeke li ser sînor a di navbera her du welatan de, dîlgirtî bi hev hatine guhertin.

Hefteya borî Ermenistan û Azerbaycanê ji bo başkirina têkîliyên xwe, soz dabûn ku gavên şênber bavêjin.