Di nava du rojan de 55 çekdar hatin kuştin
Di nava du rojan de 55 çekdar hatin kuştin
Di nava du rojan de 55 çekdar hatin kuştin
Di pevçûnên li herêmên Serêkaniyê, Tirbespiyê, Girkê Legê û Girê Spî de komên çekdar li hemberî hêzên YPG’ê windahiyên mezin didin. Hate ragihandin ku heta niha 55 endamên komên çekdar hatine kuştin. Êrîşên komên çekdar ên li bajarokên Til Eran û Til Hasil ên Helebê jî didomin.
Li herêma Girkê Legê, pevçûn li dora gundê Girhok ku wekî baregeha komên çete tê bikaranîn û gundê Elî Axa dom kirin. Hate ragihandin ku di pevçûnan de zêdetirî 20 endamên komên çekdar hatine kuştin û gelek ji wana jî reviyan e.
Her wiha hate gotin ku tangek komên çekdar jî ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatiye dorpêçkirin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li Girê Spî (Til Ebyad) şevê din şer û pevçûnên dijwar çênebûn, lê cîh bi cîh pevçûnan dom kir. Hate ragihandin ku pevçûn li dora gundên Elî Kendan û Girê Sor dom kirin. Her wiha hate gotin ku 2 endamên komên çekdar ku li nêzî gundê Til Xidir hewl didan mayînan deynin, di encama teqînê de hatine kuştin.
Pevçûnên li herêma Tirbespiyê jî li dora gundê Til Îd saet di 01.00’an heta serê sibehê dom kir. Her wiha li gundê Taya pevçûnan cîh bi cîh dom kirin.
Li bajarokên Til Eran û Til Hasil ên girêdayî Helebê êrîşên komên çete yên li dijî welatiyên sivîl didomin. 350 welatiyên sivîl hîn jî di destê van koman de ne. Di êrîşên 2 rojên dawî de zêdetirî 70 welatiyên ku zarok, jin û pîr jî hene bi awayekî hovane hatin kuştin.
Li bajarê Serêkaniyê jî piştî êrîşa serê sibehê ya komên çekdar, di encama bersivdayîna hêzên YPG’ê de 35 êrîşkar hatibûn kuştin.
YPG'Ê NASNAMEYA 4 ŞERVANÊN JIYANA XWE JI DEST DAN EŞKERE KIR
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nasnameyên 4 şervanên ku di pevçûnên li herêma Tirbespiyê û Çilaxe de jiyana xwe jidest dane eşkere kirin.
Navenda çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxwiyaniyek nivîskî nasnameyên 4 şervanên ku di pevçûnên di navbera YPG'ê û komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Cebhet El-Nusrayên li herêma Tirbespiyê û Çilaxede jiyana xwe jidest dane eşkere kirin.
Di daxwiyaniyê de hate destnîşan kirin ku di 2 rojên dawiyê de di pevçûnên di navbera YPG'ê û komên çete yên li derdora gundê Girhokê yê herêma Çilaxe û gundên başûrê herêma Tirbespiyê de 4 şervanên YPG'ê jiyana xwe jidest dane.
Nasnameyên 4 şervanan wiha ne:
Nav: Hesen Îbrahîm
Nasnav: Hesen
Navê bav:Mihemed
Navê dayikê: Auşe
Cih û dîroka jidayik bûnê: Gundê Yûsiviyê /1978
Di 31’ê Tîrmeha 2013’an de li Çilaxe – Girhok jiyana xwe jidest da.
Nav: Ferhad Sebrî
Nasnav: Bedran
Navê bav:Mihemed
Navê dayikê: Fatîme
Cih û dîroka jidayik bûnê: Dêrik /Besta Sûs -1978
Di 31’ê Tîrmeha 2013’an oe li Çilaxe – Girhok jiyana xwe jidest daye.
-
Nav: Xemgîn Dirbêsiyê
Dîroka jidayik bûnê: 1974
-
Nav: Bawer Dirbêsiyê
Dîroka jidayik bûnê: 1985