Di meha Îlonê de konferansa hiqûqnasên Kurd pêktê

Di meha Îlonê de konferansa hiqûqnasên Kurd pêktê

Komîsyona hiqûqnasan ya KCD'ê di meha îlonê de bi dirûşma "Civaka demokratîk, bi jiyana azad ve tê înşakirin", Konferansa Hiqûqnasan ya Bakurê Kurdistanê pêk tîne.

Di derbarê Konferansa Hiqûqnasan ya Bakurê Kurdistanê li avahiya KCD'ê ya Amedê daxuyanî hat dayîn û gelek parêzer tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê hiqûqnasan ji Baroya Şirnexê Pirşeng Bartan daxuyanî xwend û wiha got: "Di dîrokê li Mezopotamyayê her tim li hember gelê Kurdistanê polîtîkayên asîmîlasyon, îmha û înkarê hatin pêkanîn, êrîşî mafê kurdan yên bingehîn kirin. Bi milyonan mirov ji cih û warê xwe hatin derxistin. Mirovahî bi komkujiyan re rû bi rû ma, pêşî li rêxistinbûyînên siyasî hatin girtin û fikir hatin qetilkirin. Em li gorî qanûnên ku rûsipiyên civakî hatin daliqandin ji bîr nakin, înfaz û wehşetên li girtîgehan ji bîr nakin. Em pêkanînên faşîzan, derveyî hiqûqê yên dadgehên îstîklalê, dadgehên rêveberiya awarte, dadgehên ewlehiya dewletê, dadgehên peywira taybet û di roja me de TMK wan temsîl dike qebul nakin."

Bartan destnîşan kir ku, gelê herêmê bedelên mezin dane û wiha pê de çû: "Li Kurdistanê 30 sal in şerek tê meşandin û hatiye dîtin ku polîtikayên înkar û îmhayê yên li Kurdistanê bi ser neketine. Em banga birêz Ocalan ya Newrozê wekî pêvajoya azadiya gelan pênase dikin." Bartan da zanîn ku, divê hiqûqnasên kurd bên gel hev û li ser esasê civakeke demokratîk hiqûqê çêbikin.

Parêzer Serhat Karaşîn diyar kir ku, dê konferans di meha îlonê de bê lidarxistin û wekî hiqûqnas li hember komkujiya ku li Rojava pêk tê bêdeng namînin.