Di meh û nîvekê de 22 hezar koçber li Rojava vegeriyan
Di meh û nîvekê de 22 hezar koçber li Rojava vegeriyan
Di meh û nîvekê de 22 hezar koçber li Rojava vegeriyan
Berpirsyarê deriyê sînor yê Dirbêsiyê yê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de diyar kir di meh û nîvekê de nêzî 22 hezar welatiyên Rojava vegeriyane malên xwe.
Berpisyarê deriyê sînor yê Dirbêsiyê yê di navbera Bakur û Rojavayê Kursitanê de Mistefa Ehmed diyar kir ku di meh û nîvekê de nêzî 22 hezar welatiyên Rojava vegriyane malên xwe.
Ehmed da zanîn ku piraniya welatiyan pêkanînên xirab ên rayedarên Tikriyê û şert û mercên neyînî yên jiyanê, li xaka xwe vegeriyane.
Welatiyê bi navê Elo diyar kir ku ew li Tirkiyê bêkar bûn û rayedarên dewletê jî astengî ji wan re çê dikirin, lewma ew vegeriyane Rojava.
Welatiyê bi navê Elî Yûnis jî da zanîn ku rayedarên dewletê astengî ji koçberên Kurd re çê dikirin û anî ziman ku kirêya malan û buhayê xwarin û pêdiviyên jiyanê jî pir giran bûn, lewma ew vegeriyane malên xwe.