Di konferansa PYDKS de banga yekitiyê
Di konferansa PYDKS de banga yekitiyê
Di konferansa PYDKS de banga yekitiyê
Partiya Yekitiya Demokratên Kurdistanê ya li Sûriyê (PYDKS) di konferansa xwe ya bi navê "Serhildana Rojava" de bal kişand ser deskevtiyên gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê û ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwestin ku tavilê deriyê sînor ê Sêmalka li birayên xwe yên Kurd veke. Di konferansê de ji dîroka têkoşînê ya gelê Kurd mînak hatin dayîn û hat destnîşankirin ku ji bo serketina Rojavayê Kurdistanê pêwistî bi piştgiriya tevahiya gelê Kurd heye.
Konferansa asayî ya PYDKS, li avahiya Partiya Zahmetkêşan a li Hewlêrê bi beşdariya gelek delege û mêvanan pêk hat.
PÊWÎSTE HEMÛ KURD PIŞTGIRIYÊ BIDIN ROJAVA
Konferansa ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo têkoşerên di rêya azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir û bi pankarta "Hemû hewldan ji bo serketina Kongreya Netewî ya Kurd e" bal hat kişandin ser girîngiya kongreya netewî ya amadekariyên wê tên kirin.
Di vekirina konferansê de nûner mekteba siyasî Mahmût Mihemed Sabir axivî û bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û got “Em bawerin wê gelê me di têkoşîna azadiyê de bi ser bikeve.” Sabir da xuyakirin ku deskevitiyên gelê Kurd hevbeş in, lewma divê hemû partî û rêxistinên Kurd piştgiriyê bidin têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê.
GIRTINA DERIYÊ SÎNOR GEL DIXE NAVA XETERIYÊ
Cîgirê Sekreterê PYDKS Mûstafa Neşeyîx jî di axaftina xwe de bibîr xist ku gelê Kurd bi salan di bin zilm û zora dijminan de maye û bal kişand ser polîtîkayên Partiya Baas a li Sûriyê. Neşeyîx diyar kir bi destpêkirina Bihara Gelan a li Deraa ya Sûriyê destpê kir, îro li Rojavayê Kurdistanê gihaştiye astekek bilind û girîngiya yekitiya Kurdan destnîşan kir.
Neşeyîx got “Gelê Kurd bi salan hat parçekirin. Lê îro li gel hemû êrîşan jî ber bi yekitiyê ve diçe. Qonaxa gelê me tê de ye, qonaxeke girîng e. Ji ber ku gelê me her diçe ber bi azadiyê ve dimeşe, êrîşên rejîmê û dijminên Kurdan zêde dibin. Ev çeteyên bi navê El Nûsra derketiye holê û li diji gelê me şer dike, lîstika rejîmê û dijminên gelê me ne. Em dizanin, ti zalim, ti dîktator heta dawiYê nemane. Mînaka herî berçav dîktatorê Iraqê Seddam Huseyîn e. Em bawerin, dawiya rejîma Baas jî wê ji ya Seddam ne cûdatir be.
Em weke Kurdên li Sûriyê dixwazin di nava yekitiyê de bi gelên din re bijîn. Lê eger bi êrîşên tinekirinê bi ser me de werin, emê jî bi her awayî li ber xwe bidin. Em bi yekitiya gelê Kurd piştrast in. Pêwîste Desteya Bilind a Kurd ji bo yekitiyê hin erkên rêveberiyê bicih bîne. Û ji bo yekitiya partiyên li Rojava, divê partiyên derve jî piştgirî û alîkariyê bidin. Ji ber ku em li Rojava di şert û mercên zehmet de têdikoşin. Kurdistan yek parçe ye û azadiya wê jî bi hev ve girêdayî ye. Ji bo bidestxistina azadiyê, divê hemû gelê Kurd piştgiriyê bide."
Endamê fahrî yê partiyê Ferho Ferho jî ezmûnên xwe yên 40 salan parve kir û got, "Bi yekitiya Kurdan re, ti hêz wê nikaribe azadiya gelê me rawestîne."
Piştî axaftinan, konferans bi awayekî vekirî, bi hilbijartina nûneran dewam kir.