Di kolandina ji bo Tekçî de hestî hatin dîtin
Di kolandina ji bo Tekçî de hestî hatin dîtin
Di kolandina ji bo Tekçî de hestî hatin dîtin
Doz û lêpirsîna der barê Şivan Nezîr Tekçî yê beriya 18 salan li gundê Yekmala Gevera Colemêrgê ji aliyê leşkeran ve bi saxî hat girtin û piştre hat gulereşandin û qetilkirin hêj didome. Dadgehê 18 sal piştî kuştina Nezir Tekçî biryara lêgerîna keşifê da û li gund keşîf hat kirin. Di keşifa li herêma Dola Çiya de parçeyên cilan, qalikên fîşekan û hestî hatin dîtin.
Nezîr Tekçî, di 26'ê nîsana 1995'an de ji aliyê leşkerên 5. Fermandariya Tabûra Komandoya Çiya ya Boluyê ve hatibû binçavkirin. Di ser kuştina Tekçî re 18 sal derbas bû, lê hêj kujer nehatiye darizandin û hesap nehatiye pirsîn. Nezîr Tekçî ku di sala 1995'an de li navçeya Geverê bi îdîaya PKK’î ye hate qetilkirin û pişt re bi mayînê perçe kirin li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Eskişehirê hatibû dîtin. Di rûniştina dozê de Serheng Alî Osman Akin û çawîşê pispor ê şahidê bûyerê amade bûn. Di rûniştinê de ji ber parêzerê mexdûr Tekçî tunebû, li ser navê wî parêzerek ji baroyê hate hilbijartin û di rûniştinê de amade bûn. Heyeta dadgehê fermana 40 leşkerên ku di sala 1995'an de li wir leşkerî kir xwendibû û 39 leşkeran îdîa kiribûn ku bûyerek bi vî rengî pêk nehatiye, lê leşkerê bi navê U.Y bûyer pişt rast kir. Di rûniştina dozê de Serhengê teqawît Alî Osman Akin ji aliyê 3 parêzeran ve hate parastin. Heyeta dadgehê bi sedema ku bila lêkolîna dosyayê bê kirin û delîl bên komkirin rûniştina dozê taloq kiribûn.
Di 5. Adarê de 6. rûniştina doza Nezîr Tekçî li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Eskişehirê berdewam kiribû.
Di 1. Dadgeha Cezayê Giran ya Eskîşehîrê hatibû dîtin û biryar hatibû girtin ku di 5'ê tebaxê de lêkolîn bê kirin, lê ji ber serlêdana parêzeran lêkolîn hat taloqkirin. Hat plankirin ku lêkolîn di 13'ê tebaxê de bê kirin. Lê dîsa ji ber daxwaza parêzeran, lêkolîn dîsa hat taloqkirin. Parêzer Miraz Çalli diyar kiribû ku parêzerên dikevin doza Nezîr Tekçî, li Stenbol, Eskîşehîr û Enqereyê parêzeriyê dikin û ji bo lêkolîna ku 5'ê tebaxê bê kirin, di 1'ê tebaxê de agahî dane wan. Parêzer xwestibû li cihê bûyerê lêkolîn bê kirin û doz bê taloqkirin. Di rûniştina yekemîn de heyeta dadgehê biryar dabû ku lêkolîn û keşf bê kirin. Li ser vê biryarê li herêmê keşif hat destpêkirin.
Li herêmê keşif ji aliyê Dadgerê 1. Dadgeya Ceza ya Esliye ya Colemêrgê Yunus Topuz di saetên serê sibê de dest pê kir. Di keşifê de endamên malbatê, nûnerên baroyên Stenbol, Enqere û Colemêrgê, nûnerê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV), rêveberên ÎHD'ê ya Colemêrgê, doktorên serbixwe, endamên Komîsyona Hiqûqê ya BDP'ê, endamên Komeleya Hiqûqnasên Azad û rêveberên Komeleya Tipa Edlî jî di nav de nêzî 100 kesan lêkolîn kirin. Komê li herêma Dola Çiyê ya di navbera gundên Memka û Muşanê de ye, lêkolîn kir. Welatiyê bi navê Kemal Kirmizitaş ku li gel Yunus Şahin û Nezir Tekçî hat binçavkirin û hat berdan jî hat herêmê û di nava lêkolînê de cih girt. Kemal Kirmizitaş cihê bûyerê nişanî heyetê da.
Di lêkolînê de gelek qalikên fîşekên guleyên vala, cil û hestî hatin dîtin. Bavê Nezir Tekçî, Halit Tekçî parêzerên wî û welatiyan cil û qalikên fîşekên vala kom kirin. Li heman herêmê nêzî 20 qalikên fîşekan hatin dîtin.
Ji ber ku Tekçî hatibû parçekirin parêzeran xwestibû ku dedektor hebe, lê ev daxwaza parêzeran pêk nehat. Di lêkolînê de heyetê demekê xwest rojnameger dîmenan bikişînin û piştre destûr nedan. Dadger Yunus Topuz ferman da leşkeran û xwest der barê Nûçegihanê DÎHA yê Samî Yilmaz de girtekê bigire. Piştî parêzer ketin navberê ev daxwaz hat betalkirin. Di lêkolînê de disa hestî, parçeyên potan û guleyên aydî çeka G3 hatin dîtin.
Çîroka Bûyerê:
Welatiyê bi navê Halît Tekçî di sala 1989'an de li ser gefên leşkeriyê koçberî Gundê Yekmalajor a Navçeya Geverê kiribû. Piştî koçî Gundê Yekmalajor kir, kurê wî Nezîr Tekçî yê 24 salî di sala 1995'an de ji aliyê leşkerê Tugaya Komanyo ya Boyuyê ve hate binçavkirin. Bavê Tekçî Halît Tekçî dîyar kir ku di serî de leşkeran ji kurê wî yê şivan xwestiye ku sitareya PKK'ê nîşanî wan bide. Tekçî, anî ziman ku piştre leşkeran ew biriye zeviyê û li ser daxwaza fermandar ji aliyê leşkerên kurd ve hatiye gulebarankirin û piştre jî bi teqandina mayînê cesedê wî parçe kirine. Tekçî, destnîşan kir ku piştî mayîn bi kurê wî ve teqiya kurê wî jiyana xwe ji dest da. Tekçî, piştî 15 sal di ser bûyerê re darbas bû serî li Şaxa ÎHD'ê Colemêrgê dabû.