Di êrîşa Îsraîlê de 8 leşkerên Şamê hatin kuştin

Hêzên Hewayî yên Îsraîlê êrîş birin ser nuqteyên hêzên Şamê yên li başûrê Sûriyeyê. Di encamê de 8 leşkerên Şamê hatin kuştin.

Li gorî medya fermî ya hikumeta Şamê, Çarşemê bi dema herêmî saet di 01:45'an de artêşa Îsraîlê ji Golan a dagirkirî rabû û êrîş bir ser nuqteyên artêşa Sûriyeyê yên li herêma Deraayê.

Di êrîşê de 8 leşkerên Şamê mirin, 7 jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku roja Sêşemê weke bersiva li roketên ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin li Sûriyeyê bombe li binesaziyên leşkerî barandiye.