Di doza ‘KCK’ê’ a Şirnexê de kes ne hat berdan
Di doza ‘KCK’ê’ a Şirnexê de kes ne hat berdan
Di doza ‘KCK’ê’ a Şirnexê de kes ne hat berdan
Di doza ‘KCK’ê’ a Şirnexê ku 37 jê girtî 98 siyasetmedarên kurd yên di lêpirsînê de kes ne hat berdan û rûniştina dozê hate taloxkirina rojên pêş.
Di doza ‘KCK’ê’a Şirnexê de ku di çerçeveya operasyonan de di navde Serokê Şaredariya Şirnexê Ramazan Unsal û endamên KESK’ê jî heyîn, doza ku di derbarê 37 jê girtî 98 kesan de hatî vekirin de, rûniştina 22. a dozê li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.
Piştî ku parêzvanan di dozê de daxwaza ji bo siyasetvanên kurd yên girtî tên darizandin bên berdan kir mehkemê navber da rûniştinê û ji ber îdiayên “gumanên mezin yên suckirinê”, “ji ber kêm mayîna rêbazên kontrolê yên edliyê” û “fikarên revîna sucdaran” biryara berdewam kirina girtina wan da. Rûniştina dozê hate taloxkirina 28’ê Şûbata 2014’an.