Di doza destavêtina zarok de dadgehê ji destavêtinê ceza neda!

Di doza destavêtina zarok de dadgehê ji destavêtinê ceza neda!

Di doza darizandina R.A yê 25 salî de, ku li navçeya Amedê Çêrmûkê bi gefan dest avêt kurikê 13 salî yê ji bo xwe hênik bike ketibû Çemê Sînekê, dadgehê ji sûcê "îstîsmara zayendî û dijderketina polîs" 12 sal cezayê girtîgehê da. Dadgehê ji "rewşa baş" ev ceza daxist 10 salan. Dadgeha ku dosya ji sûcê destavêtinê cuda kir, rapor xwest ka "rewşa psîkolojîk a zarok di cih de ye yan ne."

Doza darizandina R.A yê 25 salî, ku li navçeya Amed Çêrmûkê bi gefa kêrê dest avêt kurikê 13 salî A.K. yê ji bo xwe hênik bike ketibû Çemê Sînekê, dewam kir. Di rûniştina li 2. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de bersûc R.A û parêzerê wî amade bûn, mexdûr A.K beşdar nebû.

Dozger di gilînameya xwe ya pêşkêşî dadgehê kir de diayr kir ku mexdûr ji bo xwe hênik bike ketiye çemê Sînekê, piştî demekê avjenî kiriye derketiye û dema kincê xwe li çem dişuşt rastî îstîsmara zayendî ya R.A hatiye û bersûc bi kêrê gef li mexdûr xwariye. Dozger da xuyakirin ku piştî mexdûr haya polîsan bi bûyerê hesand, polîsan bersûc binçav kiriye, di dema binçavkirinê de bersûc li dijî polîsan derketiye û xwest were cezakirin.

Heyeta Dadgehê li dû navbereke kurt a rûniştina dozê ji sûcê îstîsmara zayendî û dijderketina li polîsan biryara xwe aşkera kir û cezayê 12 salan ê girtîgehê da R.A. Dadgehê "rewşa baş a li rûniştina dozê" ya bersûc li ber çavan girt û ceza daxist 10 salan.

Dadgehê dosya ji sûcê destavêtinê veqetand û rapor xwest ka "rewşa psîkolojîk a zarok di cih de ye yan ne.