Di civîna komîsyona Aqilmendan de ‘azadiya Ocalan’ derket pêş
Di civîna komîsyona Aqilmendan de ‘azadiya Ocalan’ derket pêş
Di civîna komîsyona Aqilmendan de ‘azadiya Ocalan’ derket pêş
Hevdîtinên komîsyona Aqilmendan ya ‘Başûr Rojhilatê’ Anatolyayê yên li Amedê didokin. Serokê heyetê Yilmaz Ensaroglu anî ziman ku, di hevdîtinên li herêmê de daxwaza gel ya yekem azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane. Ensaroglu anî ziman ku, daxwaza duyem jî divê Qendîl û Îmralî rasterast bi hev re bikevin têkiliyê û wiha got: “Di mijara paşve kişandinê de psîkolojiyeke cuda heye. Daxwazên wekî; ev zarokên me ne çima welat terk bikin biçin tînin ziman.
Komîsyona Aqilmendan di çarçoveya xebatên xwe yên li Amedê de li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn civîna gel lidarxistin. Serokê komîsyonê Yilmaz Ensaroglu, Kezban Hatemî, Mehmet Emîn Ekmen, Fazil Husnu Erdem, Etyen Mahçupyan û Murat Belge û gelek welatî tevli civînê bûn. Di beşa ji çapemeniyê re hat girtin de nêrînên û pêşniyarên gel yên dî derbarê pêvajoya çareseriyê hatin girtin. Heyet bi puşiyên ku ji gel wan re diyarîkirin ve tevli civînê bûn.
Di beşa ji çapemeniyê vekirî de Yilmaz Ensaroglu axivî diyar kir ku, hêviya wan ewe ku di vê pêvajoyê de bi ser bikevin. Ensaroglu mînakên komîsyonên aqilmendan, rol û mîsyona wan anî ziman û wiha got: “Li her welatekî ku komîsyon bên avakirin rol û mîsyona wan diguhere. Li hîn deran rola hekemtiyê, li hîn deran rola navbeynkrayiyê û li hîn deran jî rola şahidiyê tên girtin. Komîsyona ku li Tirkiyeyê bi armanca agahdarkirina gel hatiye avakirin. Gelo gel çawa vê pêvajoyê dinirxîne, hêvî û fikarên gel çi ne? Bi vê armancê hevdîtin tên kirin.”
'EM DÊ PÊŞNIYAR Û BENDEWARIYÊN GEL BI NIVÎSKÎ BIBIN ENQEREYÊ'
Ensaroglu di derbarê xebatên heyetê yên 3 rojan de agahî dan û wiha got: "Armanca me ne ku em tiştekî vebêjin. Me 3 rojan li vir bi nûner û saziyên sivîl ên civakî re hevdîtin kirin. Armanca van civînan em daxwaz, pêşniyar û bendewariyên beşdarên civînan kom bikin û bi nivîskî pêşkêşî meclisê bikin. Em dê van bendewarî û pêşniyaran bi nivîskî û belge bidin Enqereyê. Em dê raporê bi meclisê û heyetên din re parve bikin. Em ne li bendê ne ku tiştên berê pêk hatin ji nişka ve bên ji bîrkirin. Lê bêyî ku em paşeroja xwe ji bîr bikin em bêtir li pêşeroja xwe binêrin. Hemû mirov pir tije ne. Pir êş kişandine. Hin êş hatin nûkirin. Ji bo ku em baştir li pêşerojê binerin divê em hin êşên xwe jî bibîr bînin. Hin pêşniyarên şênber û spesifik hatin kirin.
'DAXWAZA HERÎ ZÊDE SERBESTBERDANA OCALAN E'
Ensaroglu pirsên rojnamegeran jî berisvand û diyar kir ku, di civîn û hevdîtinan de daxwaza herî zêde derket pêş serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: "Me dît ku geşedanên herêmê bandorek neyînî li ser civakê çêkiriye. Derûniya dayîk û mirovan xirab kiriye. Ger ku wekî tiştek nebûye û em tev bigerin em nikarin aştiyê ava bikin. Di civînan de heri zêde daxwaza 'Bila Abdullah Ocalan serbest bê berdan' derket pêş. Dîsa daxwaza duyemîn 'bila di navbera Qandîl û îmraliyê de diyalog pêş bikeve' bû. Disa daxwaz û derûniyên cuha derketin pêş ji bo paşvekişandinê gotin 'Ev zarokên me ne, dê çima ji welatê xwe derkevin' xwestin mafê perwerdehiya zimanê zikmakî û siyaseta edemokratîk ji aliyê makeqanûnan ve bê parastin û pêşxistin.
Malbatên leşkerên mirin jî ziyaretkirin.