Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de aqûbeta du birayan hate pirsîn
Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de aqûbeta du birayan hate pirsîn
Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de aqûbeta du birayan hate pirsîn
Li Cizîrê di çalakiya Dayîkên Şemiyê ya vê hefteyê de aqûbeta 2 birayên hev ên di salên 1992-1993'an de hatine windakirin hate pirsîn. Yûsif Duman ku rewşa her dû birayên xwe vegot da zanîn ku, dewlet kiryarê kuştina birayên wî dizane lê wan vedişêre.
Çalakiya Dayîkên Şemiyê ku her hefteyê li Navçeya Cizîr ya Şirnexê tê li darxistin vê hefteyê jî bi tevlîbûna endamên MEYADER'ê û xizmên kesên hatine windakirin li ber Amadeyiya Cizîrê hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin û qala kesên hatine windakirin hate kirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Abdurehman Duman ku di sala 1992'an de û ya M. Nezîr Duman ê di 1993'an de hatine windakirin hate pirsîn.
Yûsif Duman ku çîroka windakirina du birayên xwe vegot wiha axivî: "Birayên min ji aliyê kontragerîllayan ve hate qetilkirin. Birayê min Abdurehman mamoste bû. Ew jî kuştin. 6 Zaroken Nezîr hebûn. Ev jî hate kuştin. Ev 21 sale me tu agahî ji wî ne girtine. Dewlet kiryarê kuştina birayên min dizane. Lê wan di veşêrê."
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.