Di 5. hevgirtina ILPS de wê jinên Kurd têkoşîna azadiyê vebêjin

5. Hevgirtina Navneteweyî ya Têkoşîna Gelan (ILPS) wê di 14-17'ê Mijdarê de bi beşdariya 350 nûnerên rêxistinên gelan ên cîhanê, li paytexta Fîlîpîn Manînalê bê lidarxistin.

5. Hevgirtina Navneteweyî ya Têkoşîna Gelan (ILPS) wê di 14-17'ê Mijdarê de bi beşdariya 350 nûnerên rêxistinên gelan ên cîhanê, li paytexta Fîlîpîn Manînalê bê lidarxistin. Di hevgirtinê de wê li ser têkoşîna gelan nirxandin bê kirin û workshop bên dayîn.

Yek ji mijarên bingehîn wê têkoşîna gelê Kured be. Nûnera CENÎ û ya Komîsyona Jinê ya KNK'ê, wê di mijarên "Pergala Konfederalîzma Demokratîk", "Têkoşîna Jinê" û "Xweparastinê" de workshopê bidin.

Tê payîn ku ILPS sibe bi daxuyaniyekê piştgiriyê bide berxwedana Farqîn, Gever û tevahiya Kurdistanê.

Komîteya Amadekar a ILPS da xuyakirin, ku ew ji ber beşdarbûna jinên Kurd kêfxweş û sebilind in û bi saya workshopên sibê, ew ê li ser têkoşîna azadiyê ya Kurd bêhtir agahiyan werbigirin.