‘Dewletê zarokê min wek terorîst dît û qetil kir’

‘Dewletê zarokê min wek terorîst dît û qetil kir’

Di qetilkirina Ugur Kaymaz  ku bi bavê xwe re hate kuştin û 13 gule li bedena wî barandin 9 sal derbas bû. Ugur Kaymaz yê 12 salî û bavê xwe Ahmet Kaymaz wek terorîst hatin dîtin û ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin. Kujerên Ugur û bavê wî tu ceza negirtin.

Dayika Ugur Kaymaz û hevsera Ahmet Kaymaz, Makbule Kaymaz û kurê xwe Alî Kaymaz ku dema komkujî pêk hat 7 salî bû, komujî di 9’emîn salvegera wê de ji ANF’ê re vegot.
Makbule Kaymaz da zanîn ku hevserê wê Ahmet û kurê wê Ugur mirovên dirûst û baş bûn û got: “Ligel ku di ser komkujiyê de 9 sal derbas bûn jî êşa me hêj tezeye. Di her salvegera wan de ez difetisim. Kujerên wan nehatin cezakirin. Kujer hatin beratkirin. Tirkiye ne dewleta hiqûqê ye. Me bûyer bir DMME’ê.”

Alî Kaymaqz ku dema komkujî pêk hat 7 salî bû,  diyar kir ku di wan salan tiştek fêm nedikir lê nia her tiştî fêm dike û da zanîn ku tenê armancek wî heye ku ji bo kujer bên dîtin têbikoşe.

DEWLETÊ MALA ME ŞEWITAND

Makbule Kaymaz diyar kir ku piştî dewletê mala wan şewitand li Qoserê bi cih bûne û got: “Min Ugur li gundê Bakeyse ya Savurê anî dinê. Zarokê min yê yekem bû. Di nava xizaniyê de mezin bû. Ugur yek salî bû  gundê me şewitandin. Li ser vê em çûn Qoserê. Hevserê min ji xwe re dixebitî. Li vir 3 zarokên min yên din jî çêbûn. Ahmet ji xwe re kamyonek kirî bû. Diçû Iraqê dihat.

12 SALÎ BÛ 13 GULE LÊ BARANDIN

Ahmet di 21’ê mijdarê de xwe amade kiribû ku biçe Iraqê. Bi Ugur re derketibûn derve. Dewleta kujer kurê min yê ku di piyên wî de terlik hebûn  wek terorîst dît û qetilkirin.

ÊŞA MIN TU CAR KÊM NABE

Di ser komkujiyê re 9 sal derbas bû. Me êşên mezin kişandin. Ez nekarim bi gotinan vê êşa xwe bêjim. Li aliyekê êşa kur êmin û li aliyê din ya hevserê min. Li aliyê din jî 3 zarokên min yên din. Ev 9 sale ez dikarê paqijiyê de dixebitim. Min zarokên xwe mezin kirin. Niha her sê diçin dibistanê. Ugurê min nexwend. Bila ev bixwînin.

Êşa min sal bi sal zêdetir dibi. 9 sal derbas bû lê ez dibêjim qey duh çêbûye. Her sal vê rojê êşa min zêdetir dibe. Wek roja ewil ez êşê dikişînim. Kurê min, hevserê min dirust bûn, ji mirovan hezdikirin.
Kaymaz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema Ahmet ne l imalê bûye, berpirsyarî li ser milê min bû. Ahmet pir cuda bû. Ez nekarim bi gotinan bêjim. Rojekê ez neşikandim. Kedkar, dirust bû. Pir ji Ugur hez dikir. Cihê Ugur cudabû li gel wî. Ugur jî wisa bû. Ugur dema ji dibistanê dihat diçû kar.  Rojek hat, bi pereyê ku qezenc kiribû, firîngî kirîbû.”

BILA AŞTÎ BÊ, ZAROK NEMIRIN

Kaymaz got bila êdî aştî bê û zarok nemirin û wia got: “Erdogan li Amedê got aştî, got bila dayik negirîn. Lê di dema Tayîp de kur êmin û bi dehan zarok hatin kuştin. Bila kujerê Ugur bên darizandin. 9 sal derbas bû lê kujer nehatin darizandin. Hatin beratkirin. Me doz bir DMME’ê. Ji berk u li Tirkiyê hiqûq û edelet nîne.  Erdogan bila  destpêkê polîsên xwe yên kujerê zarokên me ceza bike, dawî behsa aştiyê, biratiyê bike.

EZ BIRAYÊ XWE JI BÎR NAKIM

Alî Kaymaz jî axivî û da zanîn ku dema ev bûyer pêk hat, wate nedida tu tiştekî û niha her titşî fêm dike û got: “Ez wê demê 7 salî bû. Baş nayê bîra min.  Min tiştek fêm nedikir. Niha baştir fêm dikim. Ez niha diçim pola 8’an.  Niha tenê fikra min eve ku ez ji bo kujerên wan bê dîtin têkoşînê bimeşînim. Ugur, erebeyek wî ya destan hebû. Bav êmin ne l imalê bû. Ew dixebitî. Di demên xwe yên vala de ez li erebeyê dikirim û digerandin. Tenê ev tişt tê bîra min.  Pir j imin hez dikir. Ez tu car wî jibîr nakim.”