Derket holê ku şahidê nepenî Haydar asparagas e
Derket holê ku şahidê nepenî Haydar asparagas e
Derket holê ku şahidê nepenî Haydar asparagas e
Derket holê hemû beyanên şahidê nepenî yê bi nasnav Haydar, ku di operasyonên KCK'ê de ji aliyê emniyetê ve weke navê kilît dihat nîşandan, asparagas e. Erkan Yanit ê ku ji bo rûniştina duh a doza 'PKK/KCK' de weke şahid bang lê hat kirin û derket pêşberî 15. Dadgeha Ceza ya Giran a Edliya Çaglayanê, li wê derê pê hesiya ku emniyetê ew weke şahidê nepenî nîşan daye. Yanit yekemcar ji ANF'ê re axivî. Erkan Yanit bi kekê xwe re serî li ÎHD Şaxê Stenbolê da û diyar kir ku ew bûye qurbaniyê komploya Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Emniyeta Stenbolê. Yanit ragihand ku ewê li dijî Emniyetê karê û barên pêwîst ên hiqûqî bike.
Hemû argumanên emniyetê yên di operasyonên xwe yên di bin navê KCK'ê de derxist pêş, yek bi yek pûç dibin. Derket holê ku îfadeyên şahidê nepenî yê bi nasnav Haydar, ku di fezlekeyên polîsan de weke çavkaniya girtina bi hezaran siyasetmedar, parêzer, rojnamevan û xwendekaran hatin nîşandan, sexte û asparagas in. Belavkarê berê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Erkan Yanit ku weke şahidê nepenî yê bi nasnav Haydar hat nîşandan, bi xwe ev îfade derewand. Bi vê yekê re qeleha dawî ya emniyetê di dozên 'KCK'ê de jî hilweşiya.
Erkan Yanit ji bo giliyê emniyetê bike serî ÎHD Şaxê Stenbolê da û ev komploya ku ew jî bûye qurbaniyê wê yekemcar ji ANF'ê re vegot.
‘HER TIŞT BI WINDABÛNA DU XWIŞKÊN WÎ RE DESTPÊ KIR’
Erkan Yanit ku di navbera salên 2008-2010'an de belavkariya Rojnameya Ozgur Gundemê dikir anî ziman ku her tişt di Nîsana 2010'an de bi windabûna du xwişkên wî re destpê kir. Yanit got, "Kekê min ji bo windabûna xwişkên me ragihîne çû Şaxê Zarokan, ji wê derê ew şandin Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê. Li wê derê jê re gotin, xwişkên min neçûne dawetê, çûne çiyê û xwestine ku ez îfadeya xwe bidim, naxwe ewê min bi zorê bînin. Li ser vê yekê ji Mêrdînê hatim Stenbolê.
LI ŞAXÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ POLÎSAN ZEXT KIRIN
Dema ji bo dayîna îfadeyê çûm, min birin odeya lêpirsînê ya 3 polîsên sivîl lê bûn. Min jî got, heta parêzerên ÎHD'ê neyên ezê îfadeyê nedim, li ser vê yekê parêzerekî ku weke parêzerê ÎHD'ê dan naskirin anîn û dest bi lêpirsînê kirin. Yek ji polîsan ji min re got, 'Derewan neke, tu ne li Mêrdînê, tu li Stenbolê bû û te xwişKên xwe şand çiyê.' Min jî got, ti eleqeya min nîne, xwişkên min winda bûne, ez li gel hevsera xwe li navçeya Mêrdîn Qoserê li cem xwişka xwe dimînim, dikarim vê îspat bikim. Piştî vê yekê ji min re gotin, li dû windabûna xwişkên xwe tu li malbata xwe geriyaye û jê re gotiye ku te xwişkên xwe şandine çiyê û qeyda dengê te li gel me heye. Min jî ev axaftin înkar nekir û got, ji bo dê û bavê min ê kal û pîr ne êşin û xemgîn nebin, min bi vî rengî ji wan re gotiye.
Polîsê lêpirsîn kir vê carê pirsî ka kê xwişkên min şandine. Ji min re got, ku ez weke belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê xebitîme, demekê Serokatiya BDP'ê ya Navçeya Esenlerê kirime û gotin, 'Eger tu nizane kê xwişkên te şandibe, kiyê zanibe'. Min jî dûbare kir ku dema xwişkên min winda bûn ez li Mêrdînê bûm. Li ser vê yekê polîsan 5 wêne danîn ser maseyê û xwestin ez wan teşhîs bikim. Dema parêzer li dijî vê derket, ew derxistin derve. Min jî got ez van kesan nas nakim. Dûre bi giranî li ser wêneyê kesê bi navê A.Y. rawestiyan û pirsa, 'Tu vî bêşerefî nas dikî?' kirin. Min jî got ku ew aboneyê me ye, ez timî rojnameyan dibim jê re û her du xwişkên min jî li kargeha wî ya tekstîlê ya li Bagcilarê dixebitîn.
‘XWENDIN Û NIVÎSANDINA MIN NÎNE!’
Min ji wan re got, xwendin û nivîsandina min nîne lewma nikarim îfadeya hatiye nivîsandin bixwînim. Li ser vê yekê parêzer anîn hundir û parêzer ji min re goti di îfadeyê de ti pirsgirêk tineye, lewma dikarî îmze bike. Heta serê sibê min li nezaretxaneyê ragirtin, dûre kaxizek bi min dan îmzekirin û ez berdan. Lê belê piştî du rojan hatin firina ez lê dixebitîm a li Balatê û ez careke din birin Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Emniyetê. Min birin heman odeya lêpirsînê, lê belê vê carê polîsên cuda hatin. Vê carê çar kes hebûn, ji yek ji wan re mudur dihat gotin. Mudur ji min pirsî ka xwişkên min li ku ne. Dema min got, ez nizanim, xeber ji min re da û got, 'Eger tu nizanibe kiyê zanibe'. Bi vî rengî zext li min kir. Min got beriya du rojan min îfade da, ew îfadeya min derbasdar e, eger sûcdarim bila min bigirin, eger ne sûcdarim divê min berdin û êdî min bêzar nekin. Ji dozger demeke zêde ya lêpirsînê xwestin, lê belê ji ber ku dozger ev neda, neçar mn min berdin."
‘EMNIYETÊ KOMPLO ANÎ SERÊ MIN’
Erkan Yanit anî ziman ku wî ji xesiya xwe bihîstiye ku li ser îfadeyên wî 4 kes hatine girtin û diyar kir ku ew çû dadgehê li dij vê îtiraz kiriye û aniye ziman ku wî ti carî îfadeyeke bi vî rengî nedaye.
Yanit da xuyakirin ku duh serê sibê li 15. Dadgeha Cezayên Giran ew pê hesiyaye ku di fezlekeyên doza KCK'ê yên emniyetê de ew weke şahidê nepenî hatiye nîşandan û got, "Dema parêzer Huseyîn Bogatekîn di parastina xwe de ji heyeta dadgehê re ev got, ez şoq bûm." Yanit ragihand ku ji bilî îfadeya li emniyetê wî ti îfade nedaye û got, "Emniyetê bi awayekî fermî komplo anî serê min. Ezê giliyê emniyetê bikim."
‘DERKET HOLÊ ÎFADEYÊN NEPENÎ, DEREWÊN EMNIYETÊ NE’
Parêzer Huseyîn Bogatekîn diyar kir ku îro rojeke dîrokî tê jiyîn û destnîşan kir ku bi vê yekê re derketiye holê ku hemû îfadeyên bi navê şahidê nepenî yê di doza 'PKK/KCK'ê de hatine bikaranîn, derewên emniyetê ne. Parêzer Bogatekîn ragihand ku li dijî muwekîlê wî Harûn Karataş de îfadeya Erkan Yanit hebû, lewma xwestiye Yanit weke şahid bê rûniştina dozê, lê belê dadgehê her carê gotiye ku wan xwe negihandine Erkan Yanit, lewma heta roja îro lê nehatiye guhdarîkirin. Bogatekîn diyar kir ku di rûniştina îro de Erkan Yanit bi îfadeya xwe cih girtiye û got, "Di rûniştinê de rabû got, îftira lê tê kirin, wî ti carî li dijî kesî îfade nedaye, kes teşhîs nekiriye û îfadeyên hatine dayîn ne yên wî ne."
Bogatekîn destnîşan kir ku ev peyan gelekî cidî ye û anî ziman ku di serî de Stenbol hemû dozên bingehîn ên KCK'ê hilweşiyane.