Deriyê sînor ê girtî bi şev ji bo çeteyan tê vekirin

Deriyê sînor ê girtî bi şev ji bo çeteyan tê vekirin

 Hate ragihandin ku dewleta Tirkiyê li herêmên sînor ên Ezaz û Yazîbaxê, çek, cebilxane û alîkariyên cuda dide komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ). Her wiha deriyên ku di fermiyetê de wekî girtî hatiye nîşandan, bi şev ji bo çeteyan tê vekirin.

Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku dewleta Tirkiyê di rêya deriyê sînor ên Slama yê li herêma Ezazê û li herêma sînor a di navbera Yazîbaxa Sûriyê û Kilisa Tirkiyê de, çek, cebilxane û alîkariyên cuda dide komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ).

Çavkaniyan dane zanîn ku Deriyê Sînor ê Selama yê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ku li herêma Ezazê ye ji bo piştgirî û alîkariya komên çete yên DAIŞ'ê tê bikaranîn. Çavkaniyan dan zanîn ku deriyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve wekî deriyekî girtî hatiye nîşandan, bi şevê ji bo derbasbûna endamên DAIŞ'ê, her wiha ji bo derbaskirina çek, çekên giran, erebeyên leşkerî, cebilxane û alavên lojistîkî, tê bikaranîn.

Li aliyekî din hin çavkaniyên ji gundê Yazîbaxê diyar kirin ku komên DAIŞ'ê di bin çavdêriya dewleta Tirk de herêma sînor a di navbera Yazîbaxa Sûriyê û Kilisa Tirkiyê, ji bo derbaskirina çek û cebilxaneyê bikar tîne. Çavkaniyan diyar kir ku komên DAIŞ'ê birîndarên xwe jî di heman herêmê re derbasî nexweşxaneyên Tirkiyê dikin.

Berî niha jî di pevçûnên li herêma Til Ebyedê de di baregehên komên çete de kovar, pirtûk û lênûsên girêdayî Cemaeta islamî ya Turkiyê hatibûn dînin. Li heman cihî  nasname kesê bi navê Alî Sancar ê 17 salî ê  ji gundê Burçakli yê navçeya Gerger a bajarê Semsûrê yê Bakûrê Kurdistanê jî hatibû dîtin.

Li gel nasnameyê pankartek ku bi tîpên erebî nivîsên wekî, “Laîlaheîlellah Muhammed resûlallah” hatiye nivîsandin hate dîtin. Her wiha lênûskek ku notên perwerdeya çekan, fêrbûna zimanê erebî û dersên olî, her wiha dersên cemaetên olî têde hene, hate bidestxistin.

Di şerê li bajarê Serêkaniyê de jî gelek nasnameyên welatiyên Tirkiyê, her wiha pasaportên welatiyên Amerîka, Misir, Tunus, Lîbya ku hemû jî di ser Tirkiyê re hatine, hatibûn desteserkirin.