Demîrtaş wê sibe li sînor be
Demîrtaş wê sibe li sînor be
Demîrtaş wê sibe li sînor be
Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ a ji aliyê Tirkiyeyê ve li hember Kobanê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş sibe diçe Pirsûsê.
Li ser êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Tirkiyeyê ve li hember Kobanê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş sibe diçe Pirsûsê. Demîrtaş ê wê tevlî kongreya bajêr a Dîlokê bibe sibe saet 14.30’an wê li Pirsûsê be. Çavlirê ye Demîrtaş ji wir bi endamên partiyê re biçe xeta sînor a Kobanê û gundê Mehser ê 76 roj in, nobeta berxwedanê lê tê girtin ziyaret bike.