Demîrtaş û Tûglûk wê sibe li Serêkaniyê bin
Demîrtaş û Tûglûk wê sibe li Serêkaniyê bin
Demîrtaş û Tûglûk wê sibe li Serêkaniyê bin
Meşa binavê “Ji Rojava re Piştevanî” ku sibe dê li Serêkaniya Bakûr bê li darxistin, Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk jî tevlî dibin.
Piştî ku êrîşên çeteyan yên li hember Rojava zêde bûn, bi pêşengiya KCD, BDP, DOKH, Meclisa Ciwanan û gelek rêxistinên sivîl yên civakî wê li navçeya Serêkaniya Rihayê çalakiya nobetê bê girtin û meş bê li darxistin. Her wiha Hevserokê BDP'ê Selahadîn Demîrtaş û Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk jî wê tevlî meşê bibin. Parlamentera BDP'ê Nursel Aydogan derbarê meşa girseyî û nobeta li Serêkaniyê axivî û wiha got: "Hevserokê BDP'ê Selahadîn Demîrtaş û Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk jî wê tevlî çalakiyê bibin."
Aydogan anî ziman ku ligel Demîrtaş û Tûglûk, dê parlamenterên BDP'ê Îbrahîm Bînîcî û Nazmî Gur jî wê sibê li navçeya Serêkaniyê tevlî çalakiyê bibin. Aydogan bang li gelê Rihayê, gelê Kurd û hemû dostên kurdan kir ku tevlî çalakiya xwedîderketina Rojava bibin.