Demîrtaş: Pêvajo bixetime, wê krîzek mezin rû bide
Demîrtaş: Pêvajo bixetime, wê krîzek mezin rû bide
Demîrtaş: Pêvajo bixetime, wê krîzek mezin rû bide
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nirxand û got, "Eger Erdogan vê firsendê baş bikar neyne û gavan ne avêje, wê pêvajo bixetime. Gava pêvajo xetimî, wê krîzeke mezin derkeve holê."
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anîbûn ji rojnameya Ozgur Gundemê re nirxand. Demîrtaş bersiv da pirsên Zana Kaya û destnîşan kir, ku ji ber dewletê heta niha gav ne avêtiye, Ocalan pêwistî dîtiye hişyariyan bike.
Demîrtaş da xuyakirin, ku hevdîtina dawî piştî şeş hefteyan bi derengî pêk hatiye û derengketina hevdîtinê bi xwe rê li ber krîzê vekiriye. Demîrtaş diyar kir, ku naveroka hevdîtina dawî; nêzîkatiya hukûmetê li şandeya BDP'ê ya diçe Îmraliyê, sererastnekirina mercên hevdîtinê yên li Îmraliyê, ne avêtina gavên reforman û pêknehatina hevdîtinên navbera BDP û AKP'ê bû.
Demîrtaş da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kiriye ku 15 rojên pêş krîtîk in û di vê mijarê de weha peyivî: "Birêz Ocalan û tevgera Kurd, hemû berpirsyariyên xwe yek bi yek bicih anîn. Hina çavên herkesî li hukûmetê, li dewletê ye. Ji ber ku Tirk jî Kurd jî baş dizanin, ku tevgera Kurd heta roja îro çi soz dabe, bicih aniye. Niha em di qonaxa duyemîn de ye, Yanî dema bicihanîna berpirsyariyên dewletê ye. Sedema krîtîkbûyîna pêvajoyê ev e. Naxwe aliyê Kurd ji xwe berpisyariyên xwe bi temamî bicih tînin. Dewlet hevdîtinan dewam dike, lê divê di nava 15 rojên pêş de gavên berçav bi avêje. Ji sererastkirina mercên hevdîtinê heta danûstandinen navbera BDP û AKP'ê, divê gav werin avêtin. Ji ber vê yekê, Birêz Ocalan rewşa heyî weke nuqteyeke krîtîk bi nav kir, em jî xwedî heman nêrînê ne."
"JI BO PÊVAJO NEXETIME, OCALAN HIŞYARÎ DA"
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo pêvajo nexetime pêwistî dîtiye di destpêka qonaxa duyemîn de hişyariyan bike û got, "Eger hukûmet gavan ne avêje, wê pêvajo bixetime. Birêz Ocalan di vê hevdîtinê de ev fikar, guman û hişyariyên xwe bi awayekî ciddî anî ziman û bi giranî mesaj da dewletê. Ji ber ku di hevdîtinê de rayedarekî dewletê jî amade bû. Û bi rêya vî rayedarî, peyam yekser digihêje cihê xwe. Di van mesajan hemûyan de Ocalan xwest dewlet bi ciddî nêzî mijarê bibe."
"DI ŞÛNA HUKÛMETÊ DE, ERDOGAN XWE KIRIYE MÛXATAB"
Demîrtaş der heqê xemsariya dewletê ya li pêşberî pêvajoyê de ev nirxandin kir: "Divê beriya her tiştî em vê mijarê zelal bikin, li pêşberî me weke mûxatabekî hukûmet tineye, Recep Tayyip Erdogan heye. Lewma divê ev yek weke helwesteke hukûmetê neyê fêmkirin. Ji ber ku di nava hukûmetê de hin kes hene ji dil dixwazin gavan bi avêjin, bi cesaretin, hin jî hene li dij derdikevin. Lê nêrîna van kesan li ber çavan nayê girtin, biryara daî Recep Tayyip Erdogan dide. Gava Serokwezîr van hemû biryaran dide, bi ti awayekî pêşeroja welat, pêşeroja demokrasiyê li ber çavan nagire. Li aqûbeta xwe, pêşeroja partî û deshilatdariya xwe difirikre û van biryaran dide. Naxwe, hukûmet, hin wezîrên em pê re hevdîtinan dikin, ji bo gavavêtinê amadekariyan dikin. Lê heta ku Serokwezîr nebêje erê, ti wezîr an jî Desteya Wezîran nikare însiyatîfa xwe bikar bînin. Rêveberiya yek mirovî heye û herkes li devê wî dinêre. Hesab dike, gelo di mijara pirsgirêka Kurdan de gavan biavêje, wê dengê rojava wenda bike yan na, eger ji rojava deng wenda bike, wê bandoreke çawa li hilbijartinên serokatî, serokkomarî, herêmî û parlamenteriyê bike. Ji aliyekî din ve jî hesab dike û dibêje, eger bi mûxatabgirtina BDP, Ocalan û PKK'ê pirsgirêka Kurd çareser bibe, Kurd wê ji wî veqete û li dora vîna siyasî ya Kurd bicive yan na. Ev hemû, fikrên li ser pêşeroja wî ya şexsî ye. Lê di qonaxa heyî de Serokwezîr jî fêm kiriye, ku eger gavekê ne avêje, êdî pêvajo nameşe."
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin, ku ew di hevdîtinên xwe yên bi hukûmetê re ji bo gavên xurt werin avêtin di nava hewldanan de ne û got, "Me ji bo demokratîkbûyîn û paqijiya rê ya pêvajoyê, pakêtek amade kir û radestî Wezareta Edaletê kirin. Di nava vê hefteyê de emê careke din bi hukûmetê re rûnên û beriya biçin Îmraliyê, emê li ser pêşnûmeyên di destê hukûmetê de gotûbêjan bikin."
"KCK JI REWŞA HEYÎ BI GUMAN E"
Demîrtaş der barê hevdîtina xwe ya bi rayedarên KCK'ê re jî agahî da û got, "KCK'ê bi ciddiyeteke mezin berpirsyariyên xwe bicih anî, bi cih tîne. Gelo hukûmetê gavan bi avêje? Eger gavan ne avêje, pêvajoyê bixetime. KCK xetimandina pêvajoyê naxwaze. Herkes ji bo rêveçûna pêvajoyê di nava bendewariyekê de ne. Rêveçûna pêvajoyê jî, di qonaxa niha de bi helwesta aliyê din ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, fikar û gumanên wan, ji ber bêbaweriya ji dewletê ye. Sedemên bingehîn ên vê bêbaweriyê hene. Lê xwe ji bo her rewşê amade dikin û pêvajoyê bi ciddiyeke mezin dimeşînin."
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê, weke navgîneke girîng a siyasî ya pêvajoya danûstandinan bi nav kir.