Demîrtaş: Ji bo hukûmet gavan biavêje rewş guncaw e
Demîrtaş: Ji bo hukûmet gavan biavêje rewş guncaw e
Demîrtaş: Ji bo hukûmet gavan biavêje rewş guncaw e
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku li gorî wan qonaxa yekemîn a pêvajoYê temam bûye û têkildarî îdîayên li hin deran çend karker û teknîsiyen ji aliyê PKK'ê ve hatine revandin de jî wiha got: "PKK'ê ji roja yekemîn heta niha karê vekişînê bi cidiyetekî mezin bicihaniye. Ji vir şûn ve, ez bawer nakim provakasyonek ji wî alî were. Eger kesên tê gotin hatine revandin ji aliyê PKK'ê ve hatibe revandin wekî BDP'ê daxwaza me ew e ku ev kes bên berdan."
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di merasîma vekirina Îstasyona Pompaya Rewşên Lezgîn ya Avê ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ'yê ve hatiye çêkirin de pirsên rojnamevanan bersivandin. Demîrtaş ku der heqê pêvajoya aştiyê de axivî diyar kir ku ji sedî 100 mirin rawestiyane û di warê vekişînê de PKK'ê jî pêşveçûnên girîng derxistiye holê. Demîrtaş wiha berdewam kir: "Ji sedî 80 gerîlayên HPG'ê bi rê ketine û ber bi derveyî sînor ve dimeşin. Ji bo hikûmet gav bavêje hemû tişt amadeye. Ya girîng ev e."
Demîrtaş têkildarî îdîayên li hin deran çend karker û teknîsiyen ji aliyê PKK'ê ve hatine revandin de jî wiha got: "Em hêj bi teqez nizanin ku ev kes ji aliyê PKK'ê ve hatine revandin an na. PKK'ê ji roja yekemîn heta niha karê vekişînê bi cidiyetekî mezin bicihaniye. Ji vir şûn ve, ez bawer nakim provakasyonek ji wî alî were. Eger kesên tê gotin hatine revandin ji aliyê PKK'ê ve hatibin revandin wekî BDP'ê daxwaza me ew e ku ev kes bên berdan."