Demîrtaş: Divê peyamên Ocalan raste rast bi civakê re werin parve kirin

Demîrtaş: Divê peyamên Ocalan raste rast bi civakê re werin parve kirin

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, diyar kir ku di vê pêvajoya tê xetimandin de lazime ku heyetên cuda biçin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  re hevdîtina bikin. Demîrtaş, da zanîn ku ziyareta heyetên cuda ya bi Ocalan re dê rê li pêş pêvajoyê vekin.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş û rêveberên BDP'ê yên Amedê beriya ziyareta sersaxiyan de der barê geşedanên rojevê de agahî dan. Demîrtaş, li gel heyeta BDP'ê berî biçe sersaxiyên Endamê Baroya Amedê Îhsan Fikret Biçicî Medenî Yildirim û Halîl Îbrahim Oruç ku di çalakiyan de ji aliye polîs û leşkeran ve hatin qetilkirin ziyaret bikin daxuyanî da. Demîrtaş, berî ziyaretan geşedanên di rojevê de nirxand. Demîrtaş, têkildarî hatina Tayyip Erdogan û Mesut Barzani a Amedê nirxandin kir û wiha got: "Ji bo ev ziyaret ji çareseriya demokratîk re xizmete bike divê gavên şênber bavêje. Der barê mîsogeriya ziman, çand, nasname û statuya gelê kurd de tu peyam nedan. Tenê li ser girtigehan rawestiya. Ji bo polîtikayên herêmê û li hemberi derve gavekê bavêje hat Amedê. Helwesta Tirkiye ya li hemberî Rojava û neqebûlkirina bidestxistina serkeftinên Rojava li Amedê dîsa dubare hat dîtn. Dibe ku li Amedê peyamên germ dabe, lê em van peyaman ji dil û samimi nabinin. Em gavên şênber û berbiçav dixwazin. Gelê kurd û gelê Amedê her tiştî ji nêz ve dişopîne."

Demîrtaş, îdiayên pêşwazîkirina Erdogan û Barzanî ya ji aliyê hin parlementerên BDP'ê ve buye sedema şikandinê navxweşî jî bersivand û wiha berdewam kir: "Li ser parlementeran û pêşwazikirinê tu niqaşên partiya me tune. Tu biryarê sazî yê partiya metune bû. Parlamenterê me di pêşwazîkirinê de însiyatifa xwe ya tekakesi bikar aniye. Hevalên me yên xwedî tecrûbe ne. Bê guman em dixwazin ku hemû hevalên me di çarçoveya disîplîna partiyê de tev bigerin. Lê ev ji bo me nebûye sedema şikandin û perçekirinê."

'HEYETÊN CUDA BIÇIN ÎMRALÎ DÊ RÊYA PÊVAJOYÊ VEKIN'

Demîrtaş, bal kişand ser pêvajoya çareseriya demokratîk jî û wiha got: "Divê şert û mercên hevdîtina heyeten cuda ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê vekirin. Ji destpêka hevdîtinê heta niha Birêz Ocalan her tim ji dervê siyaseta derve tê hiştin. Ji ber ve yekê pir girîng e ku heyetên sivîl biçin hevdîtinê. Divê teqez heyetên sivîl biçin Îmraliyê û ev yek dê rê li pêş pêvajoyê veke. Divê heyeta ku ji kesên zane û pêşeng pêk tê biçin Îmraliyê. Divê rê li peş hevdîtinên bi derve re bê vekirin. Divê karibin peyamên Ocalan raste rast bi civakê re parve bikin û peyamê civakê bimin Îmraliyê."

'LI DIBISTANÊ TAYBET FIROTINA AGAHIYAN AMÛRA PERGALA KAPITALIST E'

Demîrtaş, der barê qirîza dersxaneyan a di navbera AKP û Cemaeta Gulen de jî û wiha berdewam kir: "Em wekî BDP'e ne mecbûrin aliyê van niqaşan bin. Girtin û negirtina dersxaneyan di navbera AKP û cemaatê de merseleya îxtîrdaê ye.
Li dibistanê taybet firotina agahiyan amûra pergala kapitalist e. Em feraseta herdu aliyan jî qebûl nakin. Divê dewlet li her derê perwerdehiya bê pere, bi zimanê zikmakî û zanistî pêşkeşî welatiyan bike."

'NAMZETÊN KU GEL ERÊ BIBÎNE DÊ GUNÇAV BE'

Demîrtaş, têkildarî hilbijartina rêveberiya herêmî de jî axivî û got: "Dê li Amedê pêşhilbijartin pêk bê. Namzet dê ji aliyê delegeyan û gel ve bê hilbijartin. Em dê hefteya pêş me namzetan yek bi yek aşkere bikin. Em ji gelê xwe tika dikin ku bi vîna xwe namzetên xwe hilbijêrin. Kesên ku gel wan bipejirîne dê bên hilbijartin."

CIHÊ KU HDP TÊKEVE HILBIJARTINÊ BIRYAR WA HDP'Ê YE

Demîrtaş, der barê hilbijartina Stenbolê de jî axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li cihê ku HDP têkeve hilbijartinê dê rêveberiya HDP'ê bi tevahî di xabatên îtîfaqan de cih bigire. Ji ber ve yekê cihê ku HDP têkeve hilbijartinê ne rast e ku em xwedî axaftin bin. Bi taybetî dê li metrepolên tirkiyeyê HDP dê xwe birêxistin bike.