Demîrtaş: Divê hukûmet berpirsariyên qonaxa duyemîn bicih bîne

Demîrtaş: Divê hukûmet berpirsariyên qonaxa duyemîn bicih bîne

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku, girtina siyasetmedaran li dijî giyana pêvajoyê ye û got, "Bendewariya me ew e ku, çawa aliyê Kurd nêzî qonaxa yekemîn a pêvajoyê bû, hukûmet jî bi heman ciddiyetê berpirsyariyên xwe yên qonaxa duyemîn bicih bîne."

Meclîsa Ciwanan a BDP'ê, bi civîneke çapemeniyê avabûna xwe eşkere kir. Di civîna li avahiya BDP'ê ya Bajarê Amedê de, li gel Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş gelek endamên Meclîsa Ciwanan amade bûn. Endama Meclîsa Ciwanan a BDP'ê Evîn Bariş daxuyanî da û der heqê armanc û rêxistinbûyîna Meclîsa Ciwanan a BDP'ê de agahî da.

Bariş diyar kir ku temînata aştî û afirînerên azadiyê ciwanên rêxistinbûyî ye û anî ziman, ku ewê bi vê têgihînê tevbigerin û bang li hemû ciwanên ji xwe re dibêjin welatparêz, demokrat û sosyalîst kir ku, di bin sîwana meclîsê de têbikoşin. Bariş her weha bang kir ku ji kampanya li dijî narkotîk, fûhûş û ajankirinê ya bi navê "Ji mêtîngeriyê re na" piştgirî were dayîn.

Piştî daxuyaniya îlankirina meclîsa ciwanan, Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî û diyar kir ku, bi avabûna Meclîsa Ciwanan re beşdariya ciwanan li pêvajoya çareseriya demokratîk, wê hêzê bide pêvajoyê.

HEVDÎTINA YEKEMÎN A FERMÎ YA QONAXA DUYEMÎN

Piştî daxuyaniyê Demîrtaş bersiv da pirsên rojnamevanan û der heqê hevdîtina xwe ya rojên bihurî bi rayedarên hukûmet re ev agahî da: "Me weke BDP'ê bi AKP'ê re hevdîtin nekirin, bi hukûmetê re hevdîtin kirin. Ne hevdîtinek navbera du partiyan de bû. Me bi Birêz Beşîr Atalay û Wezîrê Edaletê Birêz Sadûllah Ergîn re hevdîtinek kirin. Hevdîtineke fermî bû. Hevdîtina yekemîn a li ser kar û barên qonaxa duyemîn a pêvajoyê bû. Hevdîtinên me heta niha bi hukûmetê re kirine, hêviyên ewçend mezin nadin me. Pêkanînên hukûmetê, di pratîkê de bi çav tên dîtin. Lê belê di hevdîtinan de hînê pêşketineke berçav nîne. Di hevdîtina dawî de jî rewş welê bû. Ev nayê wê wateyê ku pêvajo xetimiye yan nameşe. Hevdîtin dewam dikin. Li Îmraliyê Birêz Ocalan bi dewletê re hevdîtinên xwe dewam dike. Bendewariya me ew e; çawa ku aliyê Kurd bi ciddiyeteke mezin berpirsyariyên xwe yên qonaxa yekemîn a pêvajoyê bicih anî, hukûmet jî bi heman ciddiyetê nêzî qonaxa duyemîn bibe û berpirsyariyên xwe bicih bîne. Emê di demeke kurt de bibîne, ka evê bibe yan na."

Demîrtaş da xuyakirin ku, hukûmet di nava hin amadekariyan de ye û naveroka van amadekariyan gava ji palamentê re were pêşkêşkirin, wê bê dîtin. Demîrtaş ragihand ku, li beramberî pêşniyarên wan ên ji bo demokratîkbûyînê hînê ji aliyê hukûmetê ve xebateke berçav nehatiye dîtin û got, "Ev nayê wê wateyê ku pêşniyarên me wê bêbersiv bimînin. Amadekariyên hukûmetê, wê çiqasî bi kêrî demokratîkbûyînê bê, wê çiqasî bersivê bide me û raya giştî ya Tirkiyê, bi eşkerekirinê re wê diyar bibe. Eger pêwîste be, wê şêwirmendên min bersivê bide serşêwirmendê Serokwezîr."

HETA KU OCALAN DANÛSTANDINAN DEWAM BIKE, EMÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN

Demîrtaş destnîşan kir ku divê hukûmet bi lezgînî bikeve nava tevgerê û got, "Ez bawerim ewê jî di hefteya pêş de xebatên xwe bi dawî bikin. Wê ji raya giştî re eşkere bikin. Wê bînin rojeva parlamentê yan na? Wê nizanim. Ji ber ku teqwîma xebatê ya parlamentê hînê zelal nebûye. Em bi biryar in; berî parlament were girtin divê ev pêşniyar têkeve rojeva parlamentê. Me ti carî negotin emê ji hevdîtin û danûstandinan vekişin. Birêz Ocalan bi însiyatîf û vîna xwe, danûstandin da destpêkirin. Yê ku danûstandinan bibire jî ew e û li Îmraliyê ye. Lewma, heta ku ew van danûstandinan dewam bike, emê jî piştgiriyê bidin. Emê di nav de cih bigirin û hêzê bidinê. Ya me got; di mijara çûyîn û hatina me ya li Îmraliyê de eger hukûmet li gorî daxwaza xwe tevbigere û gotinên xwe weke ferman li ser me ferz bike, emê helwesta xwe ya çûyîn û hatinê di ber çavan re derbas bikin. Me gotibû, em vê helwesta hukûmetê qebûl nakin."

GIRTINA SIYASETMEDARAN NE LI GORÎ GIYANA PÊVAJOYÊ YE

Di dewama axaftina xwe de Demîrtaş bal kişand ser rewşa siyasetmedarên girtî û diyar kir, ku eger siyaseta demokratîk wê were meşandin, ti wateya girtina siyasetmedaran nîne û weha peyivî: "Ev yek li dijî giyana pêvajoyê ye. Ev yek ferzek, şertekî pêvajoyê bi xwe ye. Serokwezîr di destpêka pêvajoyê de gotibû "Bila çek bêdeng bibin, fikir biaxivin". Niha çek bêdeng in û di vê rewşê de eger siyasetmedar li girtîgehan werin rakirin, hingî navê vê ne pêvajoya çareseriyê ye. Serbestberdana hevalên me, pêwistî û ferzeke pêvajoya çareseriya demokratîk û siyaseta demokratîk e. 

DI DAWÎ YAN JÎ DESTPÊKA HEFTEYÊ DE, ŞANDEYA 7. DIKARE BIÇE ÎMRALIYÊ

Demîrtaş da xuyakirin ku gavneavêtina hukûmetê, şertên heyî yên hevdîtina bi Ocalan re wan dixe nava gumanan û got, "Divê êdî bi rêk û pêk parêzer, malbat û şandeyên ji siyasetmedaran biçin girava Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin." Demîrtaş got, dibe ku di dawiya hefteyê yan jî di destpêka hefteyê de şandeya 7. biçe girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.

DIVÊ MIROVÊN AQILMEND WEZÎFEYA XWE DEWAM BIKIN

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş anî ziman, ku hebûna pergala cerdevaniyê, çêkirina bendavan bi armancên leşkerî û avakirina qereqolên nû di nava gel de rê li ber hêrseke mezin vedike û diyar ku ewê li dijî vê rewşê di hefteya pêş de çalakiyên girseyî lidar bixin. Demîrtaş der heqê hevdîtina xwe ya bi Komîsyona Aqilmendan re da xuyakirin ku wan fikar û gumanên xwe yên li ser rêveçûna pêvajoyê parve kirine. Demîrtaş bibîr xist, ku komîsyon gava rapora xwe amade kir û pêşkêşî hukûmetê kir wezîfeya wê diqede û got, "Lê em di wê baweriyê de ne, ku divê Komîsyona Aqilmendan ji niha û pê ve jî xebatê xwe dewam bike. Me di vî warî de pêşniyarên xwe anîn ziman. Bi dîtina me heta ev pêvajo bi encam bibe, zelal bibe pêwistî bi komîsyonê heye û me ev nêrîna xwe ragihandin. Wan jî gotin, ku ewê vê rewşê binirxînin."