Demîrtaş: Dadgeh bi xwe sûc dike

Demîrtaş: Dadgeh bi xwe sûc dike

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku di dozên bi navê KCK'ê de bi hezaran siyasetmedar dîl tên girtin û got, "Mirov nikarin behsa darizandin û edaletê bikin. Dadgeh bi xwe sûc dike." Demîrtaş gotina Erdogan a digot, "Mûstafa Kemal jî gotibû Kurdistan" bibîr xist û got, "Lê belê li vê derê siyasetmedarên Kurd ên gotibûn Kurdistan hînê tên darizandin." Demîrtaş der barê rexneyên lîderên CHP û MHP'ê yên li Mesûd Barzanî û Şivan Perwer de got, "Di hin nuqteyên cuda de dikarin rexne bikin, lê em qebûl nakin ku ji ber nasnameya Kurd heqaret li lîderekî Kurd û hunermendekî Kurd bê kirin."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî ku beşdarî rûniştina doza "Meclîsa bajêr a Şirnexê ya KCK'ê" bû, ku li 6. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin, li derve bersiv da pirsên rojnamevanan ên li ser rojevê.

Demîrtaş bibîr xist ku tevî tinebûna delîlan li gel Şaredarê Şirnexê Ramazan Ûysal û gelek kes ev 2 sal in bi awayekî girtî tên darizandin û got, "Ev 2 sal in tevî ku di delîl li holê nînin, dîl tên girtin. Mirov nikarin behsa darizandin û edaletê bikin. Di her rûniştinê de em dibînin ku huqûq tê binpê kirin. Li vî welatî, siyaseta li ser navê Kurdayetiyê ji aliyê vî welatî ve sûc tê dîtin. Dadger, dozger dibêjin hûnê li ser navê Kurdan, li ser navê nasnameya xwe siyaset nekin, tiştekî neparêzin. Dadgehên Serxwebûnê (Îstîklal) jî heman tişt digotin. Ev 90 sal in heman mejî li ser kar e. Serokwezîr par rabû dibêje 'Mûstafa Kemal gotibû Kurdistan'. Lê li vê derê hînê siyasetmedarên Kurd ji ber gotine Kurdistan tên darizandin. Ti bendewariya me ji van dadgehan nîne. Ev dadgeh bi xwe sûc dikin. Hin dadger û dozgeran sûc kirine. Rêbaza avakirina dadgehan li dijî huqûq û qanûnane. Ji ber vê yekê ji dadgehan bendewariya me nîne."

Li ser bibîrxistina bernamezetiya Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demîrtaş got, "Ser xêrê be. Bi dîtina min wê bi ekîbeke baş xizmeteke baş bide Amedê. 15 sal in em di rêveberiyê de ne, li vê derê me tiştên bedew çê kirin. Em hatin nuqteyeke gelekî girîng. Li gorî min Gultan Xanim dê vê serketinê mezintir bibe. Ser xêrê be. Lê biryara dawî dê partî û komîsyon bide."

MHP Û CHP JI SER ÎNKARA KURD REXNEYAN LI ŞIVAN PERWER DIKIN

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku ew rexneyên tund ên lîderên mûxalefetê yên li Mesûd Barzanî û Şivan Perwer qebûl nakin û got, "Nuqteya ku ew lê dinêrin, nuqteyeke bi pirsgirêk e. Vana partiyên li ser înkara Kurd û Kurdistanê ava bûne. Ji xwe ti carî Kurd û nasnameya Kurd qebûl nekirin. Divê xwe ji vê nêrîna xwe rizgar bikin. Kurd dijminê vî welatî nînin. Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê dijîn ne dijminê Tirkiyê ne. Ji bo hişmendiya dijminatiyê biafirînin, mixabin ev partiyên mûxalefetê her tim di nava hewldanan de ne. Karê ku mûxalefet dike ne rast e. Dikarin di hin nuqteyên din de rexneyan bikin, lê em qebûl nakin ku ji ber nasnameya Kurd lîderekî Kurd û hunermendekî Kurd rexne bikin. Ev nêzîkatiyek rast nîne û ji aliyê ti Kurdan ve jî nayê qebûlkirin."

NÎQAŞEKE ME YA TIFAQA BI CHP'Ê RE NÎNE

Demîrtaş da diyar kir ku îdîayên dibêjin li Stenbolê HDP û CHP nêzî hev bûne ne rast in û got, "Me gotin; di asteke xwedî pîvan de hevdîtin dikarin pêk werin. Ev yek dê tenê ji bo qada herêmî be, ne ji bo giştî. Me gotin, li hin cihên lokal di warê namzetan de nîqaş dikarin werin kirin. Weke BDP em bi vî rengî difikirin. Ji xwe li Stenbolê HDP dikeve hilbijartinan û HDP dê biryarê bide. Me ne gotin ku me deriyê tifaqa bi CHP'ê re vekirin. Ji xwe berdevkê CHP'ê jî vê dibêje. Nîqaşeke me ya li ser tifaqê nîne. Bi tenê deriyê me ji ew kes û hêzên dixwazin li gorî pîvanên me bixebitin, vekiriye. Lêgerîneke me ya tifaqa bi CHP'ê re nîne. Hevdîtineke di vî warî de jî nîne."