DBK: Bi êrîşên li ser herêmên Kurdan barê rejîmê sivik dikin
DBK: Bi êrîşên li ser herêmên Kurdan barê rejîmê sivik dikin
DBK: Bi êrîşên li ser herêmên Kurdan barê rejîmê sivik dikin
Desteya Bilind a Kurd bi daxuyaniyekê êrîşên li Qamişlo şermezar kir û diyar kir ku komên çekdar û hêzên Baas bi van êrîşan dixwazin barê rêjîmê li Şamê û bajarên sereke yên Sûriyeyê sivik bike. Desteya Bilind bang li welatiyan kir ku malên xwe terk nekin.
Desteya Bilind a Kurd derbarê pevçûnên dawî li gundên derdora Qamişlo de, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Desteya Bilind a Kurd hate belavkirin de hate diyarkirin ku di van demên dawî de li herêmên kurdî tevgereke leşkerî ji aliyê komên çekdar ên di bi navê artêşa azad tevdigerin û artîşa rêjîmê de tê kirin. Ji ber tevgera van hêzan gundên herêma cizîrê rastî wêraniyê hatin û şêniyên van gundan ber bi bajarên Hesekê, Qamişlo û bajarên din ve koçber bûn.
Desteya Bilina di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hewl didin herêmên kurdan ên herî bi ewle, her wiha bûye cihê koçberên herêmên din ên ji ber pevçûn û wêraniyê deverên din ên Sûriyeyê malên xwe terk kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku herêmên kurdan ji ber ku gelek netewe lê dijîn hesasiyeteke xwe heye, Desteya Bilind û nûnerên hemû pêkhateyên din ên herêmê wê qebûl nekin ku herêm bibe meydana şer û pevçûnan.
Di berdewama daxuyaniyê de Desteya Bilind da zanîn ku rêjîma Baas li Qamişlo nayê rûxandin, ev komên çekdar bi mudaxeleyên xwe dixwazin barê rêjîma Baas a li paytexta Sûriyeyê Şamê û bajarên din ên sereke sivik bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de Desteya Bilind a Kurd bang li şêniyên Qamişlo û bajarên din kir ku bi yekdengî li dijî hewldanên êrîşkaran derkevin û malên xwe terk nekin. Her wiha Desteya Bilind êrîşa bi topan a ser Qamişlo şermezar kir û diyar kir ku hewldanên êrîşkaran wê tu carî bi ser nekevin.