Dayika birîndar xema wê ne birîna wê ye tenê Kobanê ye!
Dayika birîndar xema wê ne birîna wê ye tenê Kobanê ye!
Dayika birîndar xema wê ne birîna wê ye tenê Kobanê ye!
Dayika 7 zarokan Faziyan Nasan a ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê gundê xwe terikandin û li navenda bajar bi cih bû, vê carê jî bû hedefa topên hewanê yên çeteyên DAIŞ'ê. Dayika Faziyan Nasan di êrîşa topên hawanê ji lingê xwe birindar bûye û li nexweşaneya Pirûsê tê dermankirin li bendê ye ku rihet bibe û bi zarokên xwe re vegere Kobanê.
Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser gundê Girkê dayika Faziyan Nasan bi zaroka xwe ya 4 mehî, zaroka wê ya herî mezin jî 10 salî bi 7 zarokên xwe re derbasî Kobanê bû û xaka xwe terk nekir. Nasan di dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê yên bi topên hewanan ji lingê xwe birindar bû. Piştî Nasan bi giranî birîndar bû ew bi 7 zarokên xwe re hate Pirsûsê û li nexweşxanê tê dermankirin. Nasan a ku bi li Nexweşxaneya Dewletê ya Hala Pirsûsê tê dermankirin wê lingê wê yê rastê were jêkirin. Zarokê Nasan ji aliyê mirovê wan ê di kon de tên xwedîkirin. Nasan a ku bi giranî birîndar bûye tenê xeyalê wê bi zarokê xwe re veger Kobanê.
'KOBANÊ WELATÊ ME YE, EM BERNADIN'
Nasan piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê gundê xwe terikand û li şûna Pirûsê bi zarokê xwe re derbasî Kobanê bû, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi topên hawanê bi giranî ji lingê xwe birindar bû. Nasan diyar kir ku ew neçar maye ku welatê xwe bi terikine, eger ku ew birîndar nebûya wê bi zarokê xwe re li Kobanê tevlî berxwedanê bibûya. Nasan tenê xeyalê wê bi zarokê xwe re veger Kobanê. Nasan bilêv kir ku Kobanê welatê wan e, wê tu caran em welatê xwe na berdin û wiha axivî: "Hemû mirovên me di dema êrîşan de hatin Pirsûsê ji bo ku ez jî werim gelekî îsrar kirin lê dîsa jî min axa xwe ne berda. Dema ku ez baş bibim ez ê vegerim Kobanê."