Damezrênerê Radyoya Dengê Kurdistan a Îranê wefat kir
Damezrênerê Radyoya Dengê Kurdistan a Îranê wefat kir
Damezrênerê Radyoya Dengê Kurdistan a Îranê wefat kir
Damezrênerê Radyoya Dengê Kurdistan a Îranê Riza Xeyatî di 80 saliya xwe de li Başûrê Kurdistanê di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Riza Xeyatî di sala 1933'an de li bajarê Xoyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bibû û bi eslê xwe ji tirkên azerî ye.
Piştî şoreşa Îranê di sala 1978'an de ku Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) Dr. Qasimlo nas dike, tevlî PDK-Î dibe. Di sala 1980'î de li Mahabadê Radyoya Dengê Kurdistan a Îranê damezirand û ji wê demê heta niha berpirsyarê karûbarên teknîkî yên Radyoyê bû.
Xeyatî roja Şemiyê 16'ê mijdarê di encama bûyera trafîkê de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.