Dadgeha Gel a Hesekê 180 doz çareser kirin
Dadgeha Gel a Hesekê 180 doz çareser kirin
Dadgeha Gel a Hesekê 180 doz çareser kirin
Dadgeha Gel a Hesekê di nava salek û 3 mehan de 180 doz li gorî zagon û pîvanên civakî çareser kirin.
Dadgeha Gel a Hesekê ku ji 16 endaman pêk tê, salek û 3 meh beriya niha hatibû avakirin. Bi avakirina dadgehê re welatiyan jî êdî hemû pirsgirêkên xwe anîn vir. Di nava vê demê de jî gelek doz hatin çareserkirin.
Rayedarên dadgehê diyar kirin ku heta niha 273 doz gihiştine dadgeha û ji vana 180 doz li gorî zagon û pîvanên civakî hatine çareserkirin.
Rayedaran destnîşan kirin ku piraniya dozên hatine ber deste wan jî piranî derbarê nakokiyên malbatî, arîşeyên kirîn û firotina eqaran, mîrate, dizî, revandin û dozên kuştinê de ne. Rayedaran anî ziman ku doz ji aliyê hêzên asayişê, komîteyên lihevhatinê yên taxan, Navenda Zanist û Perwederya Jinê, meclisên gel ên taxan û meclisa lihevhatinê ya girêdayî Meclisa Biratiya Gelan ve hewaleyî dadgehê têne kirin.
Berpirsyarê Dadgeha Gel a Hesekê Ehmed Beşîr diyar kir ku ew hewl didin li gorî zagonan û pîvan û exlaqê civakê dozên gel çareser bikin.