Ciwanên YDG-H ji bo Ocalan û Rojava daketin kolanên Amedê
Ciwanên YDG-H ji bo Ocalan û Rojava daketin kolanên Amedê
Ciwanên YDG-H ji bo Ocalan û Rojava daketin kolanên Amedê
Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), bi armanca silavkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û balkişandina ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navçeya Amed Baglarê rêze-çalakî lidar xistin.
Ciwanên YDG-H'î saet di 21.00 de rêya li jorê girtîgehê li trafîkê girtin û nasname kontrol kirin. Ciwanan marketekê BÎM'ê ya li cihê çalakiyê jî şewitandin.
Li ser destwerdana polîsan, li vê derê bi molotof, fîşekên hewayî, bombeya deng û keviran pevçûn derket. Li dû pevçûnan ciwanan bombeyeke deng avêtin avahiyeke qeymeqamiyê. Çaliyên ciwanan saet li dora 23.00'an bi dawî bûn.
YDG-H'ê di dema çalakiyan de daxuyaniyek da û diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, ewê çalakiyên xwe dewam bikin.