Ciwanên Mêrdîn’ê salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kirin

Ciwanên Mêrdîn’ê salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kirin

Meclisa Ciwanên BDP'ê ya Mêrdînê 35. salvegera damezirandina PKK'ê bi meşa meşaleyî pîroz kirin.
Komek endamên Meclisa Ciwanan a BDP'ê ya Mêrdînê li taxa Saraçoglu kom bûn û bi meşa meşaleyî 35. salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kir. Berî meşê bi sedan ciwan li Qada Goristanê ya taxa Saraçoglu kom bûn û meşale pêxistin. Ciwanan di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên HPG, KCK, YPG'ê bilind kirin. Ciwanên ku di meşê de pankarta "Heta ku Serok Apo azad nebe aşitî şaşitiye" vekirin siloganên "Bijî berxedana Rojava", "Bê serok jiyan nabe" berz kirin. Welatiyên li ser kolanê jî bi çepikan piştgirî da ciwanan.

Ciwanan piştî meş pêk anîn rêz girtinû sirûda "Çerxa şoreşê" xwendin. Piştî rêzgirtinê li ser navê ciwanan endamê Meclisa Ciwanên BDP'ê Mehmet Çetin, daxuyani da û got "Wekî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan gotiye me bi ciwan dest pêkir em dê ciwan berdewam bikin."

Komê piştî daxuyaniyê agir pêxistin û li ber muzîkê govend gerandin. Ciwanan piştî govendê dawî li pîrozbahiyê anîn.