Ciwanên BDP'yî li dijî mêtîngeriyê meşiyan

Ciwanên BDP'yî li dijî mêtîngeriyê meşiyan

Meclisa Ciwanên BDP'ê ya Amedê bi silogana "Ji narkotîk, fihûş, dizî, pişaftin û sîxuriyê re bes e" meş pêk anî û diyar kir ku ewê rê nedin metîngeriyê. 

Meclisa Ciwanên BDP'ê ya Amedê bi silogana "Ji narkotîk, fihûş, dizî, pişaftin û sîxuriyê re bes e" meş pêk anî. Ciwanên ku li ber mala Gel a Yenîyolê kom bûn, heta Parka Ekin Cerenê bi def û zurneyan meş pêk anîn. Di meşê de Rêveberên BDP'ê yên Peyasê û gelek welatî amade bûn. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin hilgirtin. Dîsa ciwanan di pêşiya meşê de pankarta mezin a "Ji  narkotîk, fihûş, pişaftin û sûxuriyê re na, emê rê nedin metîngeriyê" vekirin. Girseyê di meşê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Li dijî metîngeriyê mil bidin mil" û "Metîngeriyê nejîn û nedin jiyîn" berz kirin. Li Parka Ekin Cerenê bê navber silogan berz kirin û li ber def û zurneyan govend gerandin. Çalakî bi govendê bi dawî bû.