Ciwanên Amedê ji bo Rojava nobed girtin

Ciwanên Amedê ji bo Rojava nobed girtin

Bi armanca şermezarkirina êrîşên li Rojava û piştgiriya bi gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê re, bi pêşegniya Meclîsa Ciwanan a BDP'ê li Amedê nobed hat girtin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên li Rojava û piştgiriya bi gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê re, bi pêşegniya Meclîsa Ciwanan a BDP'ê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê nobed hat girtin. Ciwanan di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Berxwedana Rojava, berxwedana şoreşê ye, gelê Kurd û Kurdistanê ye" û "Em komkujiya li Rojava lanet dikin" hat vekirin.

Endamê Meclîsa Ciwanan a BDP'ê Serkan Kiliç da xuyakirin ku ew ji bo beramberî komkujiya li Rojava bêdeng nemînin çalakiyê pêk tînin û got, "Weke ciwanên şoreşger û welatparêz ên Kurdistanê, li dijî lîstikên servîsên veşartî û galdyovarî yên li hemberî gelê kevnare yê Rojhilata Navîn Kurdan, li hev kom bûne."

Tevî dorpêçî û tengezariya ji ber polîsan hat derxistin jî, çalakiya ciwanan heta derengiya şevê dewam kir.