Ciwanekî din yê Başûr li Sûriyê hat kuştin

Ciwanekî din yê Başûr li Sûriyê hat kuştin

Her ku diçe hêjmara ciwanên kurd ên ji Başûr ku li Sûriyê û Rojava tên kuştin, zêdetir dibe. Hat diyarkirin ku ciwanekî din ê ji bajarokê Xormal ê Herêma Federal a Kurdistanê li Sûriyê hatiye kuştin.

Li gor malpera rojnameya Bas, rêveberê nahyeya Xormal Simko Salar ragihand ku iro nûçeya kuştina ciwanekî gihişt malbata wan. Li gorî nûçeya malperê Osman Hemetofîq Fayeq li sala 1993’an ji dayîk bûye, ji gundê Banîşarî yê girêdayî nahyeya Xormal e. Ev du mehe çûbû Sûriyê. Piştî xwendinê bibû melayê mizgefa gundê Serket.
Simko Salar da zanîn ku Osman bi rêya Tirkiyê çûye Sûriyê û îro ji malbata wî re hat ragihandin ku kurê wan hatiye kuştin. Rêveberê nahyeya Xormal Simko Salar bilêv kir ku di destê wan de ti statîstîkek nîne ku çend ciwan ji navçeya wan çûne Sûriyê û wiha got: “Ev ciwanê yekemîne nûçeya kuştina wî tê bihîstin ku ji Xormal be.”

Demek berê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniyên xwe de ragihandibû çend ciwanên ji Herêma Federal a Kurdistanê binçavkirine û dîmenên wan di çapemeniyê de belavkiribûn. Hê jî bi dehan ciwanên kurd li Sûriye û Rojava bi navê cîhadê şer dikin û heta niha gelek ji wan hatine kuştin. Lê nayê zanîn ku heta niha çend kes hatine kuştin û cenazeyê wan li kuderê tê veşartin.