Ciwanê Kurd ku leşkeriya Sûriyeyê dikir 50 rojin windaye

Ciwanê Kurd ku leşkeriya Sûriyeyê dikir 50 rojin windaye

Malbatê ciwanê Kurd Delîl Tirkî yê ku di balefirgeha Şamê de leşkeriya bi darê zorê dikir, diyar kir ku ev 50 rojin agahî ji kurê wan nayê girtin.

Malbata ciwanê Kurd Delîl Tirkî yê ku di balefirgeha Şamê de leşkeriya bi darê zorê dikir, diyar kir ku ev 50 rojin agahî ji kurê wan nayê girtin. Malbatê got ku, wan hewl daye bi telefonê bi kurê xwe re biaxivin lê kesekî din bersiva wan daye û ji wan re gotiye ku kurê wan ji artêşê veqetiya ye. Malbatê diyar kir dema ku wan cara dawî telefon kirine, heman kesî ji wan re gotiye ku kurê wan û sê kesên din dema xwestine ji artêşê veqetin hatine kuştin.

Malbat dibêje ku ew ji van agahiyan nebawerin û ji kesên ku agahî li ser kurê wan hebin xwest ku serî li Mala Gel a Zorava bidin an li ser van hejmaran wan agahdar bikin: 0955120250 / 05424435814