Ciwanê Kurd Baran Toktaş reda xwe ya wicdanî îlan kir
Ciwanê Kurd Baran Toktaş reda xwe ya wicdanî îlan kir
Ciwanê Kurd Baran Toktaş reda xwe ya wicdanî îlan kir
Ciwanekî Kurd ê bi navê Baran Toktaş reda xwe ya wicdanî îlan kir û got, "Weke ciwanekî Kurd, ez naxwazim xwîna xuşk û birayên xwe birijînim, naxwazim bi tecawizkaran re li aliyekî cih bigirim, naxwazim bibim leşkerê çek û mîlîtarîzmê, ez mirin û kuştinê red dikim."
Baran Toktaş bi daxuyaniyeke nivîskî reda xwe ya wicdanî îlan kir. Toktaş di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew pergala kapîtalîst û mîlîtarîzmê red dike û got, "Di vê pergala ku bazirganên çekan dewlemend dikin û mirovan bi hev didin kuştin de, ez naxwazim xwîna xuşk û birayên xwe birijînim, naxwazim bi tecawizkaran re li aliyekî cih bigirim, naxwazim bibim leşkerê çek û mîlîtarîzmê, ez mirin û kuştinê red dikim."
Toktaş da xuyakirin ku ewê nebe aliyekî vî şerê qirêj ê tê de zarok li destavêtina leşkeran rast tên, Ceylan, Ûgûr, Mizgîn û Baran têne kuştin û got, "Na naxwazim bibim alîgirê sîstema ku bi balafirên F-16 yên şer 34 welatiyên me kuştine, sivîlên hatine kuştin sûçdar dibîne û bi çekên kîmyewî xwezaya me tine dike."
Toktaş diyar kir ku eger bi vê îlankirina reda wicdanî re ew li dadgehên leşkerî were darizandin, ev yek wê ne adil be û di dozên heta niha dewam dikin de jî, ev yek tê dîtin. Toktaş got, "Hejmara leşkerên 'xwe dikujin' bi taybetî jî hejmara ciwanên Kurd ên li leşkerî dimirin-tên kuştin, gelekî zêde ye. Ev rewş bi tena serê xwe reda min a wicdanî mafdar nîşan dide."